Ciwanên Mexmûrê êrîşen li herêmê şermezar kirin

  • 08:48 14 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûr Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrîş û dagirkeriya herêma Kurdistanê şermezar kirin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanan a Mexmûrê (TCM), bi daxuyaniyekê êrîşên li hemberî Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li Çiyayê Qereçuxê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera ciwanan Gulê Pîran ve hat xwendin.
 
Daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye: "Di sedsala 21'an de şerê parvekirinê û dagirkeriya hegemonyayê ya tê meşandin de dewletên desthilatdar dixwazin careke din Kurdistanê bikin mêtingeh û koletiyê li ser Gelê Kurd û Kurdistanê ferz bikin. Dixwazin careke din îradeya Gelê Kurd bişkînin û dagirkeriyê li Kurdistanê misoger bikin. Em baş dizanin ku yekemîn rêya li dijî dagikeriyê yekbûna gelên bindest, lê bi taybetî jî yekbûna Gelê Kurd e. Dijmin li Bakur hetanî Başur, li Rojava heta Rojhilat, li Şengal heta Mexmûr û dervey welat çi kurdekî xwedî îrade hebe dixweze tune bike û îradeya wî têk bibe. Ji bo vê jî serkeftin encax bi hev re tekoşîn meşandinê gengaz e.
 
Hêzên faşîst ji aliyekê ve polîtîkayên tecrîdkirinê ya li ser Rêber Apo girantir dike, ji aliyê din ve jî bi destê faşîstan êrîşên karkerên kurd dikin, bi çeteyên xwe êrîşî Heftanîn, Rojava, Başûr dikin û ji aliyê din ve jî bi destê hevkarên xwe ambargoye li ser wargehê her ku diçe girantir dikin û bi vî şêweyî dixwezin me teslîm bigirin.
 
Li dijî êrîşên faşîzane ya li ser Gelê Kurd tê meşandin, li dijî tecrîda li ser Rêbertî, li dijî ambargoyê û polîtîkayên teslîm girtinê em bangawazî ji bo ciwanan û gelê xwe dikin werin di xeta berxwedanê û tekoşînê de cihê xwe bigirin. Li dijî polîtîkayên dijmin ku dixweze gelê me bîne beramberî hev, bi înat yekbûna xwe ava bikin û di çeperên şer de li dijî dagirkeriya faşîst a Tirk têkoşînê bilind bikin û dagirkeriya li Kurdistanê tê bibin. Li ser vî esasî bangewaziya me ji bo hemû ciwanan eve; ciwantî berxwedaniye, têkoşîn û serkeftin e. Ji bo vê jî çawa gerîlayên Kurdistanê li Heftanîn, Xakûrkê, Zap, Biradost, Qendîl û li Metîna parastina xaka Kurdistanê dikin pêwîste em wek ciwan jî li her cihê ku dijmin û hevkarên wê lê heye têkoşîn bikin. Parastin a Kurdistanê, gelê wê û wek erka xwe bibînin û tunekirina zihniyeta faşîst a dagirker bikin armanc ji bo xwe. Ji bo her kurdekî û ciwanekî xwedî şeref û namus ev berpirsiyartyekî jê venegere. Wek Mazluman gotiye; wê berxwedanî me ber bi serkeftinê ve, teslîmiyet me ber bi îxanetê ve bibin, kurdistanekî azad ava bikin.
Daxuyanî bi durişmeyên: “Bijî Rêber Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.