Qada perwerdê ya Mexmur bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kir

  • 18:54 13 Îlon 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Qada perwerdê ya wargeha penaberan a Mexmurê bi daxuyaniyekê tecrîda girankiri ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Cihana me ya îro di nava şerekî dijwar de ye; kuştina mirovan û qirkirina xwezayê êdî bûye tiştek ji rêzê."
 
Qada perwerdê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi daxuyaniyekê tecrîda giran kiri ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan tê meşandin şermezar kir. Di daxuyaniya ku bi tevlîbuna hemû Mamostayan hat dayîn de bal hat kişandina ser ked û berxwedana bê hempa ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan daye meşandin û buye modela jiyana civakî. Beriya ku daxuyanî bê xwendin ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyani ji aliye mamoste Edîbe Paksû ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wihaye:
 
"Cihana me ya îro di nava şerek dijwar de ye; kuştina mirovan û tinekirina xwezayê êdî bûye tiştek ji rêzê. Ji bo karên bazirganiyê, dewletên serdest, bi destê hinek mirovên bê exlaq, gelan bi hev didin kuştin. Tu caran naxwazin ku mirov, di nava aramî û xweşiyê de jiyana xwe bidin domandin. Lewra heya ji wan tê şer gur dikin, dixwazin hinek netewên bêhêz ji holê rakin û yên bi hêz jî bêhêz bikin.
 
Rêber Apo li pêşiya pilanên qirêj asteng e
 
Di nava vê Cîhana têkçûyî de, Rêber Apo berxwedan û kedek bêhempa daye meşandin û modela jiyana civakî ya bi hev re daye çespandin. Her wiha civak û hemû beşên civakê bi taybet jin û ciwan pêş xistıne. Ji ber vê çendêye ku ewqas êrişî Rêber Apo dikin û Rêber Apo dibin tecrîdek girankirî de dihêlin. Ji ber Rêber Apo li pêşiya planên wan yên qirêj astenge, dixwazin bi vî awayî Rêber Apo bêbandor bikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku rêberên civakan, kombûna hêza civaka ne. Ji ber vê tunekirin û bêbandorkirina Rêber Apo ne pêkan e. Ger bala raya giştî kêşabe, Rêber Apo di her hevdîtinek xwe de daxwaza jiyana gelan a bi hev re dike. Ji bo azadî û aşitî pêkwere em van berdêlên giran didin û heta aşitî û azadî li cîhanê serdest bibe, wê ev berxwedan bê domandin.
 
Em tecrîdê şermezar dikin
 
Em weke mamoste û xwendekarên Wargeha Şehîd Rustem Cudî vê zilm û tecrîta li ser Rêberê xwe bi tu awayî napejirînin û şermezar dikin. Her wiha banga KCK’ê ya ji bo azadkirina Rêber Apo pîroz dibînin û bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em bang li tevahî cîhanê dikin; pêwîste her kes, tecrîtkirina dewleta tirk a li ser Rêber Apo bibîne û li hember raweste. Divê her kes bizane, bê berdana Rêber Apo, çareserkirina pirsgirêka kurd ne pêkan e, bê çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn aştiya cîhanê ne pêkan e.
 
Daxuyanî bi duruşmên:"Bijî Berxwedana Gelê me" ,"Bijî berxwedana Cengawerên Kurdistanê" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.