Li Xerpêtê jinek hat qetilkirin

  • 10:25 13 Îlon 2020
  • Rojane
XERPÊT - Li Madenê Şevket B., mala xizmên xwe yên ku cîranên wî bûn gulebaran kir û Havva Bakirdal qetil kir.
 
Li navçeya Maden ya Xerpêtê li gundê Yenîbahçe Şevket B., mala xizmên xwe yên cîranên wî bûn gulebaran kir. Di encama gulebaranê de Havva Bakirdal giran birîndar bû. Hava ya ku tîmên tendirustiyê ew rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gûman bar ji cihê bûyerê reviya.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, hat diyarkirin ku lêgerîna li gûmanabarê bûyerê berdewam dike.