Daxûyaniya li dijî destdirêjiya li zarokan sûc hat dîtin

  • 09:11 13 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li dijî tundiya li ser jinê, êrîşa zayendî ya ji aliyê çawîşê pisopr Aslan A.ve li Şirnexê hat kirin û ji bo xwedîderketina li Peymana Stenbolê di 16’ê Tirmehê de li Silopiyê daxuyaniyek hatibû dayîn. Daxuyaniya ku hat dayîn sûc hat dîtin û derbarê Hevseroka HDP'ê Sabuha Akdag ku metnê daxwend de  lêpirsîn hat destpêkirin.
 
 Di 16'ê Tîrmehê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa jinan a HDP'ê hevpar li dijî tuniya li ser jinan, êrîşa zayendî ya li dijî zarokan li Şirnexê ku ji aliyê çawîşê pispor Aslan A. ve hat kirin û xwedîderketina li Peymana Stenbolê li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiya Şirnexê daxuyaniyek dabûn.  Metnê daxuyaniyê li aliyê Hevseroka HDP'ê ya Sîlopiyê Sabuha Akdag ve hatibû xwendin. Derbarê Sabuha Akdag ku metnê daxuyaniyê xwend bi hinceta "Gel tahrîk kirye û li kîn û nefretê sor kiriye" lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber lêpirsîna ku hat destpêkirin Sabuha di 11'ê îlonê de çû Muduriyeta Emniyetê ya Bêşebabê îfade da.
 
Sabuhaya çû îfade da jê pirsên wekî “Daxûyanî te amade kir?”, “Bi kîjan hincetê we daxûyanî da?” û “Di daxûyaniyê de we behsa TJA’yê kiriye. Kar û xebatên TJA'yê Çi ne?" hatin pirsîn
 
‘Dixwazin me bitirsînin’
 
Sabuhaya ku di debarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin ev tişt got: “Êrîşa zayendî ya li dijî zarokan  û tundiya li dijî jinê gihiştiye asta herî jor. Pêşiya van bûyeran nayê girtin. Em jî li dijî van êrîşan dertên kolanan dengê xwe bilind dikin. Bi lêpirsînên ku derbarê me de vedikin dixwazin me bidin sekinandin û tirsandin. Lê tu hêz û astengî nikare me bide sekinandin. Em ê dîsa derbbikevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Me di vê pêvajoyê de li dijî tundî, tacîz û tecawizê bertekên xwe anîn ziman û em ê ji îro şûnde jî bînin ziman.”
 
Çi bûbû?
 
Li navenda Şirnexê, di 14’ê Tirmehê de Çawîşê Pispor Aslan A. yê li 1’emîn Tûgaya Kumando ya Leşkerî erkdar e, li dijî du zarokan êrîşa zayendî pêk anî. Piştî ku zarokê kir qêrîn, cîran çûn cihê bûyerê. Piştre welatiyan bersûc Aslan A. girt û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.  Aslan A. yê hat binçavkirin piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da şûnde roja din sewqî Edliyeya Şirnexê hat kirin. Dozgerê îfadeya Aslan  A. girt, bi sûcdariya “Êrîşa zayendî” û “Bi çekê gef xwariye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Şirnexê kiribû. Dadgehê di 15’ê Tirmehê de derbarê kiryar Aslan A. de biryara girtinê da û şand girtîgehê.