Jinên Efrînê: Rejîma Sûriyêyê dorpeçê li ser me ferz dike

  • 09:05 13 Îlon 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li gundên Şêrewa di bin dorpeçê de ne helwestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em niha nizanin xwe ji çi biparêzin, ji ber di aliyekî de êrîşên dewleta tirk, vîrûsa korona, aborî û aliyek din jî dorpeça Rejîma Sûriyeyêî li ser herêmê heye. Ew hemû jiyana me bandor dike."
 
Di 18'ê adara 2018'an de herêma Efrînê hat dagirkirin. Hin gundên Şêrewa yên mîna Zenarîta, Meyasê, Gundê Mezin, Boşemirê, Kulîte û Birc Qasê heya niha jî di destê şêniyên Efrînê de ye. Lê belê ew gund jî ji hemû aliyan ve di bin dorpeçê de ye. Her wiha her roj ji aliyê dewleta tirk ve ew gund tên topbaran kirin. Niha li wan gundan nêzî  hezar û 110 malbat dijîn. Her wiha 192 malbatên Efrînê jî koçberî wan gundan bûne. Jinên Efrînê yên ku di wan gundan de dijîn dorpeçên heyî şermezar kirin û helwestên xwe parvekirin.  
 
'Di hemû aliyan ve dorpeç li ser me heye'
 
Hevseroka Meclîsa gundên Şêrewa Hemîde Nasro derbarê dorpeçkirina gundên Şêrewa nêrîna xwe wiha anî ser ziman: "Em niha berpirsiyartiya şeş gundên navçeya Şêrewa ya mîna Zenarîta, Meyasê, Gundê Mezin, Boşemirê, Kulîte û Birc Qasê radikin. Ji bo peydakirina kel û pelan me di van gundan de komîn avakiriye. Di aliyê tenduristiyê de hin zehmetî hene, noqteyên tenduristî dûrî gundin û dema dixwazin biçin nexweşxane, Rejima Sûriyê jî rê li ber şêniyan digirin. Her wiha bi derketina vîrûsa korona jî jiyana me zehmet bûye, ji ber ku noqteyên tenduristiyê hemû rewşên nexweşiyê qebûl nakin. Ji aliyek din jî hinek gundan av nîne ji bo wê pêwistî bi jenetor û mazotê heye, ji ber ku herder dorpeçkiriye em nikarin mazot jî bînin."
 
Hemîde, bal kişand ser debara şêniyên Efrînê û got: "Şêniyên Efrînê bi çandiniyê tê nasîn, lê bi dagirkirina herêma Efrînê re gel neçar ma ku koçber bibe. Ji xwe derfetên karkirinê jî nîne, gel neçarin hemû di kargehên keviran de kar bikin da ku jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha pir malbat hene dixwazin lawiran xwedî bikin, lê belê ji ber nirxên bûhayê zêdeye ew jî nikarin bikirin. Ligel dorpeç û êrîşan, Rêveberiya Xweser hewil dide ku di her aliyê de alîkariya gel bike."
 
'Dorpeç jiyana me zehmet kiriye'
 
Nejeh Rehmo ji gundê Birc Qasê ye derbarê dorpeçê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi dagirkirina herêma Efrînê re gelek rê li pêş me hate girtin. Niha tenê rêka Nibil û Zehra vekiriye, lê belê ew jî ji aliyê Rejîma Sûriyê ve hatiye dorpeçkirin. Rejîm jî dema dilê wê dixwaze dihêle gel derbas bibe, lê dema dilê wê nexwaze qedexe derdixîne. Bi rastî jî ev dorpeç di hemû waran de jiyana me zehmet dike. Dibe niha Efrîn hatibe dagirkirin, lê heta roja îro jî êrîşên li ser me nehatiye rawestandin. Niha rêka me yê jiyanî hemû hatine qutkirin ew jî rewşa me yê jiyanê pir zehmet dike."
 
'Zehmetiyên ku em dijîn nayên hêjmartin'
 
 Fatma Silêman jî ji gundê Kalûtê ye wiha bila kişand ser bandora dorpeçê: "Zehmetiyên ku em dijîn nayê hêjmartin. Em niha nizanin xwe ji çi biparêzin, ji ber di aliyekî de êrîşên dewleta tirk, vîrûsa korona, aborî û aliyek din jî dorpeça Rejîma Sûrî li ser herêmê heye. Ew hemû jiyana me bandor dike û em gelek zehmetiyan dijîn. Niha halê hazir rewşa karkirinê jî nîne, tişta ku hêviya me bilind dike û me li ser piyan digire hebûna Rêveberiya Xweser e. Ligel derfet kêm e jî di hemû aliyan de alîkariya me dikin û me ji êrîşan diparêzin."
 
'Em bang li mafên mirovan dikin' 
 
Sabah Reşîd ji gundê Mezin e li ser dorpeçê nêrîn da û wiha pê de çû: "Dewleta tirk topan ji gundê Birc Heyder û Kibeşînê ve davêje. Her çiqas metirsînek li ser me were avakirin jî, lê li hember berxwedaniya me nabe asteng. Rêveberiya Xweser di hemû aliyan de alîkariya me dike û derfet ava dike ku em jiyana xwe bi rêve bibin. Rêjîma Sûrî ernîgariya Şêrewa ji Sûriyê nabine û tu alikarî nade me, ser halan dorpeç jî li ser me ferz dike. Em bangawaziya mafê mirovan dikin da ku dengê me bibhîsin û tiştên ku em dijîn hesap ji dagirkeran bixwazin."