ROJEVA 13'YÊ ÎLONA 2020'Î

  • 09:00 13 Îlon 2020
  • Rojev
*Bertekên li dijî şewata Çiyayê Cudî bênavber berdewam dikin. Jinên herema Botanê, bertek nîşanê şewata daristanan ya tê derxistin dan û wiha gotin: “Çiyayê Cudî dergûşa mirovahiyê ye. Divê em xwedî Çiyayê Cudî derbikevin. Dar û daristan ji me re nehiştin.” DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Îraqê Îqbal Selal diyar kir ku li herêmên ku hatine dagirkirin bêtir jin bi şîdeta hovanê re rûbirû dimînin û got: "Li Sûriyeyê, Yemenê, Lîbiyayê û Îraqê bêtir jin dibin mexdûrê şer. Nebûna çavdêriya navneteweyî li deverên ku şer lê diqewimin rêjeya sûcan li dijî jinan zêde dike.” 
 
*Jinên Efrînê yên ku li gundên Şêrewa di bin dorpeçê de ne helwestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em niha nizanin xwe ji çi biparêzin, ji ber di aliyekî de êrîşên dewleta tirk, vîrûsa korona, aborî û aliyek din jî dorpeça Rejîma Sûriyeyêî li ser herêmê heye. Ew hemû jiyana me bandor dike." BI DÎMEN 
 
*Jina bi navê Atiya Omer ji bo demsala zivistanê amadekarî dike û xwarina mekdûs çêdike. Atiya derbarê amadekariya zivistanê de got: "Em wek dayik bi amadekariyên xwe re hesabê zivistanê dikin. Dema borî de qiymeta van tiştan gelek bûn lê niha zêde nema ye." BI DÎMEN 
 
* Bi vîrûsê re bêtir qeyrana aboriyê kûr bû û welatî niha nikarin debara xwe ya rojanê jî bikin. Şêniyên Amedê diyar kirin ku êdî nikarin danûstandina rojane bikin û gotin: "Kar tune ye û her tişt jî hatiye buhakirin gelo em ê çawa bijîn." BI DÎMEN 
 
*Endama Komîna Sînema ya Avrîn Zekiye Tarî derbarê amadekariya cihê Mîhrîcana Lêlûnê axivî û got: "Armanca me ew e ku gelê me li kevneşopiya xwe vegere û çanda kurdan bêtir nasbikin." BI DÎMEN 
 
*Nêzîkatiya çapemeniyê ya li hember karkerên kurd ji bo her du aliyan jî bû ezmûn û ji bo çapemeniya alternatîf jî hîna wek kaxizek turnosolê peywirê dibîne. MEDYA KRÎTÎK
 
*Gundê Halvorî ku di Komujiya Dêrsîmê de nêzî 500 kesî lê hatin qetilkirin, hîna şopa wan rojan li ser heye. Jinên di temenê biçûk de bûn mexdûrên komkujiyê, malbatê xwe winda kirin, sirgun bûn, êşa 82 salan vegotin. BI DÎMEN