Platforma Zimanê Kurdî: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • 15:17 12 Îlon 2020
  • Rojane
 
 
AMED - Derbarê rewşa zimanê kurdî de Platforma Zimanê Kurdî raporek aşkera kir û got: "Heke mafê bingehîn ên kurdan wek ziman, nasname werin nasîn wê Tirkiye bigihîje pergalek demokratîk û bibe welatek pir rengîn û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û Saziya Zimanê Kurdî were avakirin."
 
Platforma Zimanê Kurdî derbarê rewşa zimanê kurdî de raporek bi navê “Rapora Hiqûqî Li Ser Rewşa Zimanê Kurdî Li Tirkîyê” li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrojhilat bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Endamên Platfromê beşdarî civînê bûn. Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî raporê bi raya giştî re eşkere kir. 
 
Di rapora ku hatî aşkerakirin de wiha hat gotin: "Mafên mirovan ku weke mafên takekesî tên pejirandin di bingehê xwe de mafên gerdûnî ne û hatine pejirandin. Ev maf her tim derfetan ji takekesan re çêdikin ku jiyan, derbasbûn û nasnama wana ya ku ji ya serdestan cuda ye bê qebûlkirin. Heta ku ev mafana di civakê de neyên sêpandin mafên mirovan nagîhêjin armancên xwe yên diyarkirî. Ev nêzikbûna hanê bi xwe re nirxên bingehîn weke dadwerî û wekhevîyê dixe navenda têgihiştina mirovan jî aktuel dike. Bê cudabûn ev mafana ji bo hemû kesan derbas dibin, bêyî ku mirov wan mafana di hundire xwe de biserifine jî, ev maf piralî realîze nabin.”
 
Raste rast hef tê piştgûhkirin
 
Di nava tixûbên dewleteke de, îro roj ne pêkane ku mirov qala yek ziman, yek ol û yek etnisite yê bike. Hemû civat li ser bingehekî tekilhev formata xwe dadimezrînin. Di avaniya civakê de yên ku piraniya civake pêktinin hene, yên ku hejmara wana ji piraniyê hindiktirin ji hene. Lê hilbet civak jî bi pirani li gorî daxwaza yên ku serdestên birêve diçe. Lê tê zanin ku komên cuda ji di civakan de hene. Ev kom gelek caran ji aliyê ziman, ol û etnisita xwe de neşibin koma ku serdestê civakê ne. Gelek caran komên ku ne weke koma serdastin nasnama wana marjinalize dibe. Tade wana li wana tê kirin. Ev komên ku ne weke koma serdestane gelek caran tûşî fişar û binpêkirina mafê mirova jî dibin. Di bingehê vê helwesta ku ne dadweriye û raste rast neheqîye hergav pirsa piştgûhkirina ziman û nasnaman heye.
 
Di peymanê de mafê heye 
 
Peymana Mafê Mirovan a di sala 1948’an de piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat îmzekirin. Ev peyman di pirsa Mafê Mirovan de bû belgeyeke navnetewî. Dûra ji gelek peymanên navnetewî di warê perwerdê, mafê zarokan, yê kêmnetewan de hatine imzekirin. Di nava wan peymanan de pirsa ziman, nasname, perwerde û pirsa nejatperestîyê gelek caran hatiye rojeva mirovantiyê. Her ku pêşketin çêbûne ne zelalîyên ku di wan maf û pirsan de hebûn hatine çareserkirin û îro roj pirsa ziman, kêmnetewan û gelên xwecihî baş zelal bûye. Ev maf û peyman him didîtinan de û him ji di pratîka gelek welatan de hatinê realîze kirin. Civaka navnetewî di van pirsan de her pêşde çûye. Lê Komara Tirkiyê di derbara hinek mafên zarokan de şêrh daniye ser hinek xalên ku ziman û pirsa perwerdehiyê bi Zimanê Dayikê derdîxe pêşberî dewlet û civakan. 
 
Bila mafên mirovan bêşert bên qejirandin
 
Wek Gelê Kurd dixwazin şerhên ku Komara Tirkiye li ser mafên zarokan danîne werin betalkirin. Dîsa em dixwazin ku hemû mafê mirovan bêqeyd û şert werin pejirandin. Tê zanîn ku avakirina dewleta netewî li Tirkiyê li ser bingehê nasnama Tırkîtiyê hatiyê damezrandin. Tirkbûn û Zimanê Tirkî bê hempa tê pesinanandin û gelek caran berpirsên dewletê hewcedarî bi dîtin û teoriyên ne zanistî jî dîtine û bi hicetên berdayî ev dîtin û teorî parastine. Weke Teza Dîroka Tirkan û Teza li ser zimanê Tirkî. Pişti van dîtin û teoriyên ji rastî û zanistî dûr, bi wextê re li ser Zimanê Kurdi zext û zorekî bêhempa hatiye pesend kirin. Pişti darbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê raste rasta zimanê kurdî û nasnama kurdan bi yasayî hatiyê qedexekirin. Lê di van panzdeh salên dawî de li ser pirsa ziman û kultura kurdî hinek reform jî hatine kirin. Ev ji divê were gotin. Lê mixabin ev reform nebûne xwediyê bingehekî yasayî. Ji ber wan sedeman gelek caran nejatperestên Tirkan êrişan dibin ser ziman û nasnama kurdan. Ev ji pir caran dibe sebebê zewirandineke civakî di navbêna tirk û kurdan de. Li gorî mafê mirovan û dîtînên serdest li dinyayê asimîlasyon îro roj sûceke mirovî ye. 
 
Bila zimanê kurdî bê nasîn 
 
Siyaseta asimîlasyonê bi dema me ya modern re ne dîtineke guncav e. Asimîlasyon rêbazeke şaş e û pirsgirêkên siyasî û kulturî hina kurtir dike. Di vê tevgirêdanê de em kurd dixwazin weke kurdan bijîn û tu caran naxwazin asimîle bibin. Em dixwazin nasname, ziman û kultura xwe bi pêş de bibin û di wî warî de bibin xwediyê mafên yasayî. Ev rastî wê Tirkiyê bi xwe re bêtir bike welateke pir reng, pir deng, demokratîk û mirovî. Em weke Platforma Zimanê Kurdî ji bo mafê ziman û kultura kurdan hatine damezrandin. Di nava refên Platformê de girseyîyeke siyasi û kulturî ya berfireh heye. Em piştgirtîyê ji hemû beşên civaka kurdan werdigirin. Platforma Zimanê kurdî dixwaza mafê ziman û kultura kurdan di warê yasayî û siyasî de zelal were naskirin. Di wan pirsan de em hewcedarîyê bi hevkarîya hemû saziyên navnetewî, dewletî, sivîl, mirovî û derdorên entelektuelî heye. Platforma Zimanê kurdî ji raya cîhanî daxwaze ku ev pirsgirêk li gorî maf, hiqûq û pîvanên navnetewî çareser bibin. 
 
Daxwazên me yên platformê wiha ne; 
 
* Bila Komara Tirkiyê şerha ku li ser hinek xalên Mafê Zarokan hatiye danîn betal bike.
 
* Bila zimanê kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdê.
 
* Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
 
* Bila Saziya Zimanê Kurdî were damezrandin.”