Xizmên Windayan çalakiya xwe li dar xistin

  • 13:50 12 Îlon 2020
  • Rojane
AMED - Di hefteya 605’emîn de Xizmên Windayan li Amedê li aqûbeta windayên xwe pirsîn. Çîroka Kamîl Bîlgeç ê di sala 1995’an de li navçeya Silopiyê hat windakirin vegotin. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 605’emîn de ji ber koronayê li ser medyaya civakî li dar xist. Xizmên Windayan di çalakiyê de li aqûbeta Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê mijdara 1995’an de li navçeya Silopiya Şirnexê hat binçavkirin û pişt re hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nehat girtin pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Amedê Yûsûf Erdogan çîroka windakirina Kamîl Bîlgeç xwend û diyar kir ku Kamîl keyayê gundê Xirabreşika Silopiya yê û ew bavê 11 zarokan bûye. Yûsûf, got Bîlgeç ji bo kaxizên hilbijartinê ji desteya hilbijartina navçeyê ya li Edliya Silopiya webigire çûye wir û dema derketiye carek din agahî jê nehatiye girtin. 
 
Yûsûf got tevî hemû serlêdan û lêgerînê jî encam nehatiye girtin. Yûsûf, da zanîn ku beriya Kamîl were windakirin JÎTEM gefan li malbatê dixwe û ji kurapê Kamîl re jî dibêjin “roja te jî hindik maye.” Yûsûf anî ziman ku kurapên Kamîl, Mehmet Bîlgeç û Halîl Bîrlik jî dema ji başûrê Kurdistanê vedigerin li deriyê sînor tên binçavkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nayê girtin.