Çalakiya rûniştinê ya ji bo Çiyayê Cûdî di roja sêyem de berdewam dike

  • 12:00 12 Îlon 2020
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Çalakiya rûniştinê ya ku li Şirnexê li dijî şewidandina daristanan hatî destpêkirin îro jî didome. Di çalakiyê de parlamenter Nûran Îmir axivî û got: "Ji bo rêyên qereqolan vekin daristanan dişewitînin. Banga me ji rayedaran ew e ku ji bo şewata daristanan bikevin nav hewildanan. Bila gelê me jî li dijî şewatê bêdeng nemîne."
 
Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome. Rayedar ligel mudaxeleya ku nakin destûrê nadin ku şêniyên li herêmê jî şewatê vemirînin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê ji bo ku balê bikişîne ser şewata li herêmê û bi taybetî ya li Çiyayê Cûdî, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê dabû destpê kirin di roja sêyem de berdewam dike.  
 
Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyê û endamên Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê kom bûn. Di çalakiya rûniştinê de pankartên “Cudî dîroke, dîrokê neşewitînin” û “Daristanên me dişewitin, rayedar bêdeng in” hat vekirin. Beriya çalakiya rûniştinê daxuyanî hat dayîn.
 
‘Li dijî erdnîgariyê dijminatiye’
 
Hasan, anî ziman ku bi meha ne Çiyayê Cudî bi zanebûn tê şewitandin û wiha got: “Ji bo şewata daristanan bê vemirandin rayedar nakevin nav hewildanê. Banga me ji rayedaran ew e ku demildest tedbîran bigirin. Ev li dijî erdnîgariyê dijminatiye. Em wek gel û parlamenter çalakiya xwe îro jî didomînin. Têkoşîna me dê ne bi tenê sê rojan berdewam bike. Em ê bi gelê xwe ve têkoşîna xwe bidomînin.”
 
‘Bila gelê me li dijî vê şewatê bêdeng nebîne’
 
Parlamenter Nuran jî got ji bo şewata daristanan bê vemirandin gelek caran bangawazî kirine û wiha axivî: "Li dijî daristanan bi awayek sîstematîk dijminatî tê kirin. Ji bo rêyên qereqolan vekin daristanan dişewitînin. Ji ber vê jî ev sê roj in em çalakiya xwe didomînin. Banga me ji rayedaran ew e ku ji bo şewata daristanan bikevin nav hewildanê. Bila gelê me li dijî vê şewatê bêdeng nebîne.”
 
‘Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vî ala berxwedanê bilind bikin’
 
Nuranê, bal kişand ser darbeya 12'yê Îlona 1980’an û ev tişt got: "Ji wê rojê heta niha li dijî erdnîgariya kurdan, ziman, nasname, vîn, daristan û têkoşîna me êrîşên bêhempa dikin. Bi awayek bêhiqûqî şer didin meşandin. Ev 40 sal in li dijî kurdan gelek komkujî û qetilkirin hatin kirin. Lê belê gel û jinên me yên kurd ji 7 salî heta 70 salî li dijî faşîzmê berxwe didin û têdikoşin. Em bi berxwedana xwe ji êrîşan re dibin bersiv. AKP-MHP kurdekî bênasname û bêvîn dixwaze ku bibe kolê wan. Di darbeya 12’yê Îlonê de hevalên me yên xwe berxwedan û jiyana xwe ji destdan me ala wan dewr girt û îro berxwedanê dimeşînin. Bedelê wê çi dibe bila bibe em ê vî ala berxwedanê bilind bikin û teslîmê rejîmê nekin.”
 
‘Em ê îro jî li dijî faşîzmê li berxwe bidin’
 
Nuranê, dawiya axaftina xwe de diyar kir ku daristan parçeyek jiyana wan e û wiha bang li gel kir: “Ji bo welatekî azad, aştî, demokrat û xwezaya xwe em ê xwedî daristanan derbikevin û têkoşîna xwe bidomînin. Em li vir in û dev ji têkoşînê bernadin. Em çawa li dijî darbeya 12’yê Îlonê têkoşiyan, em ê îro jî li dijî faşîzmê li berxwe bidin. Bila hemû kes xwedî daristanên xwe derbikevin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Cudî dîroke, xwedî dîrokê derbikeve” hat berzkirin û piştre dest bi çalakiya rûniştinê hat kirin.
 
Çalakiya rûniştinê bi stranan ku girse dibêje ve didome.