Hîva Erebo: Rêxistina me modela nû ya têkoşînê ye

  • 09:08 12 Îlon 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê Hîva Erebo, da zanîn ku li dar xistina 4'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Kobanê girîng bû û got: "Me 23'yê Hezîranê weke roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriya li hember jinan ragihand. Ev roj roja qetilkirina Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne ye. Ji bo me jinan ev roj bilindkirina têkoşînê ne. Her wiha ne tenê wê rojê, her roj ji bo me bibe rojên tolhildan e."
 
Rêxistina Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di çarçoveya amedekariyên li darxistina kongreya xwe ya giştî dikin. Di vê çarçoveyê de di 9'ê Îlonê de konfransa Kantona Kobanê ya 4'emîn bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Zehra û Hevrînan, em ê dawiyê li dagirkeriyê bînin û Şoreşa jin misoger bikin" bi tevlîbûna 150 delegeyan pêk hatibû. Nûnerên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Koordînasyona Kongreya Star ya Rojavayê Kurdistanê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Jinên Ciwan, Meclîsa Parastinê, Hêzên Parastina Jin, KPC-JIN û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî konferansê bibûn. 
 
Di konferansê de rewşa siyasî û geşedanên demên dawiyê bi berfirehî hatin nirxandin û pişre jî rewşa rêxistinî, rewşa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna beşdervanên jin bi berfirehî hatin şîrovekirin. Di encama konferansê de biryar hatin girtin û plansaziya pêşerojê hat derxistin. Di çarçoveya atmosfera konferansê û amedekariyên li darxistina kongreyê de Endama Koordînasyona giştî ya Kongreya Star Hîva Erebo bersiva pirsa ajansê me da.
 
* Atmosfera konfransa Kantona Kobanê çawa bû? 
 
Weke rêxistina jin li darxistina vê konferansê xwedî wateyeke girîng e, bi taybet piştî êrîşa dewleta tirk ya li ser gundê Helincê ku di encamê de Rêveberiyên Kongreya Star jiyana xwe ji dest dan. Loma ev konferans bersiva dagirkeriya ku dixweze vîna jina azad bişkîne û diyariye ji bo ruhê rêhevalên me. Ji ber rewşa Koronayê hejmara delegeyan ji salên borî kêmtir bû. Tevlîbûn ji pêkhateyên ereb yên ji aliyê Sirîn, Eyn Îsa û Girê Spî jî çêbû. Bi giştî di konfransê de kar û xebatên du salan hatin nirxandin û gelek biryarên girîng hatin girtin. 
 
Rojevên Konferansê wiha bûn, pêwistiya jin bi xwe parastina ji hişmendiya baviksalarî, tedbîrên parastina ji hemû cûreyên êrîşên dagirkeriyê, her wiha rojeveke din ya taybet hedefgirtina jinên çalakvan, siyasetmedar û xebatkar ji aliyê fîzikî û çandî ve. Her wisa pêşketina rêbazên pergala serdest ya teşwîqa jinan ji bo xwekuştinê. Di Konfransê de teqezkirina girîngiya xwe rêxistinkirina li dijî pergala sermayedar û zayendeperest ji bo jinan, hat kirin. 
 
Di vê çarçoveyê de biryardariya xwe rêxistinkirina jinan ya bi dirûşmeya "Divê jineke ne rêxistinkirî di civakê de nemîne" di komîn, meclîs, tax, gund, navçe, bajarok û kantonan de hat dayîn. Rewşa siyasî û bi taybet êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin. Cînayetên ku dewleta tirk di nava salê de li hember jinan pêk anî ye, şopandin û weke sûcên şer di dadgehên navneteweyî de nîşan dan.
 
* We di konfransê de diyar kir ku Kongreya Star ne tenê rêxistina jine, rol û misyona Kangreya Star çawa dinirxînin? 
 
Me ev gotin li gelek cihan gotiye û em ê her tim jî bêjin ku Kongreya Star ne taybet li ser xebatên jin disekine, lê belê em rola pêşeng didin jinan ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê. Ji ber ku zehmetî û nakokokiyên di civakê de herî zêde bandora xwe li jin dike, ji lewra weke Kongreya Star em bi erkê rêxistinkirina tevahî civakê radibin. Di vê çarçoveyê de di nava biryarên me yên konfransê de perwerdekirina jinan û mêran heye. Ji ber dema pirsgirêk di civakê de çêdibe, di navbera herdû zayendan de ye. 
 
* We 23'yê Hezîranê weke roja bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriya li hember jinan ragihand, ev roj ji bo we xwedî wateyeke çawa ye?
 
23'yê Hezîranê roja qetilkirina endam û berdevka Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne ye. Weke jin ji bo me hemû roj yên bilindkirina têkoşînê ne, lê belê ev roj taybet e ku di kesayeta her sê hevalan de xebat û vîna jinan hatin hedef girtin. Li ser vê bingehê wê her sal bi rêbazên cuda ev roj were bi bîranîn. Em tevgereke wiha ne ku li ser mîrasa rêhevalên xwe yên şehîd têkoşîna xwe bilind û berferhtir dikin, ji ber vê ne tenê 23'yê Hezîranê di heman demê de hemû roj wê bibin rojên tolhildan û xwedî derketina li van hevalan. 
 
* Li dijî bûyerên qetilkirin û xwe kuştina jinan ya li herêmê, tedbîr û projeyên li pêşiya we çi ne? 
 
Mijara qetilkirin û xwekûştina jinan xaleke girîng ya konfransa me bû. Tu tesbîtên zêdebûna rêjeya van bûyeran derneketin holê, lê belê zêdebûna sedemên van bûyeran ji me re derketin holê. Rewşa ku em têre derbas dibin faktoreke mezin li ser van mijaran dike, ji aliyê şerê li herêmê ku pirsgirên derûnî bi xwe re tîne, aliyê aborî, civakî, orf û adet. Her wiha hebûna hişmendiya paşverû ya zayendeperest di civakê de rola xwe heye. 
 
Li hember van xalan me erka xwe ya sereke dît ku em çareseriyên cuda cuda bibînin. Di 2014'an  de zagonên jin ketin meriyetê. Lê me dît tenê bi zagonan pêşî li ber tundiya ser jin nayê girtin. Ji ber vê me zêdetir hişyarkirina jin û civakê bingeh girt, weke vekirina navendên şêwermendiya derûnî û civakî, li darxistina atolyayên nîqaşê. Li gorî me çareseriya herî baş wê bi perwerdekirina civakê be. Ji ber ku ev pirsgirêkên diqewimin di encama nezanbûna jin û mêran de ne. 
 
Me taybet ji bo vê mijarê weke Kogreya Star rexnedayîna xwe da, ji ber em hîna lewaziyan jiyan dikin. Heger li Kobanê di nava salekê de 7 jinan xwe kuştibin, ev ji bo me bîlançoeyeke giran e. Li gorî bîlançoya xwe kuştina jinan ya cîhanî, rêjeya herî kêm li herêmên me ye. Lê em dibêjin cihê ku rêxstina me lê hebe, divê bûyerên bi vî rengî rûnedin. Ji ber ku me modeleke nû ji bo jinên tevahî cîhanê pêşkêş kir û di vê pêvajoyê de qewimîna yek rewşê jî bandor dike. Di plansaziya me de kampanyayên li dijî tundiyê, zêdekirina perwerdeyên bîrdozî û serdana tevahî jinan û malbatên di Kantonê de heye.
 
* Amedekariyên Kongreya giştî ya Kongreya Star di kîjan astê de ne?
 
Bi armanca li darxistina kongreya giştî ya rêxistina Kongreya Star ev demeke dirêje amedekarî tên kirin. Em niha gihîştine pêvajoya dawî ya ber bi li darxistina kongreyê. Ji bo me ya girîng amedekariyên Koordînesyonên Kantonan û rehendan e da ku Kongre di asteke serkeftî de be. Loma pêvajoya amedekariyê ji bo me gelek girîng e. Dem ne teqeze, lê kengî amedekariyên tevahî kantonan bi dawî bibin, em ê vê yekê eşkere bikin.