‘Ji bo sala nû ya xwendinê tedbîrên tenduristiyê hatin girtin'

  • 09:06 12 Îlon 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Rêveberiya Dibistana ya navçeya Ehdas li Kantona Şehbayê Orobe EL-Ebd li ser xebatên ku ji bo dibistanan kirine axivî û got: "Ji bo sala nû ya xwendinê hezar mamoste li Herêma Şehbayê hatine perwerdekirin. Her wiha tedbîrên tenduristiyê jî ji bo parastina xwendekaran hatin girtin."
 
Her sal dibistan di destpêka meha îlonê de dihatin vekirin û xwendekaran dest bi xwendinê dikirin. Lê ji ber rewşa belavbûna vîrûsa koranayê, Rêveberiya Xweser bi armanca parastina tenduristiya xwendekaran dema vekirina dibistana pêş de dan. Dibistan wê di 12'ê Îlonê de ango îro tê vekirin. Êdî dê xwendekar biçin dibistanê. Têkildarî mijarê Rêveberiya Dibistana ya navçeya Ehdas li Kantona Şehbayê Orobe EL-Ebd li ser amadekariya vekirina dibistanan ji me re axivî.
 
'Ji bo sala nû hezar mamoste perwerde dîtin'
 
Orobe, bal kişand ser sedema qutbûna xwendekaran ji dibistanê û wiha axivî: "Piştî 6 mehan ji belavbûna vîrûsa koranayê û girtina dibistanan, qutbûnek di navbera xwendekar û dibistanê de çêbû. Vê yekê jî bandor ser asta xwendina şagirtan kir û ji xwendina xwe bê par man. Niha jî em amadekariyê sala nû dikin, li tevahî herêmê dibistan hatin tamîrkirin û mamosteyan jî perwerdeya xwe didîtin. Heya niha hezar mamoste ji bo sala nû amade ne. Metiryalên zimanê kurdî, bîrkarî, zanistî, civakî û zanyarî ji mamosteyan re hatin dayin. Niha em li benda xwendekarên xwe ne."
 
'Tedbîrên tenduristî ji bo xwendekaran tên girtin' 
 
Orobe diyar kir ku amadekariyên vekirina dibistanan bi girtina tedbîran pêş ve diçe û wiha got: "Ji bo parastina xwendekaran nîha jî me sîstemeke nû da ye rûniştandin. Bi vekirina dibistanan re me tedbîrên tenduristî ji bo şagirtan pêşkêşkirine. Her wiha tedbîrên paqijiyê û mesafetê jî em li ser sekinîne. Beriya xwendekar derbas bibin jî dezefengteya giştî ji wan re wê çêkirin. Li aliyê din jî ji bo dezefengteya dibistanê wê her hefte bê çêkirin û her roj dibistan wê bên şûştin. Em dixwazin hemû derfetên xwe bikin xizmeta xwendina van zarokan."
 
'Em ê ji bo zarokên xwe dixebitin' 
 
Orobe di dawiyê de destnîşan kir ser vekirina dibistanan li wargehên koçberan jî û wiha bi dawî ki : "Bi alîkariya Heyva Sor a Kurd dibistan li kampên Berxwedan û Serdem jî hatin avakirin. Her wiha ji ber hêjmara xwendekaran zêde dibe, li hin gundan jî dibistan hatin berfirehkirin. Ji bo parastina xwendekaran wê her roj 15 xwendekar derbasî refê bibin. Zarokên me pêşeroja me ne, em ê ji bo wan jiyaneke bi tendurist avabikin."