Dewreya perwerdê ya jinên Êzidî bi dawî bû

  • 17:35 11 Îlon 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Ji hêla Akademiya Şehîd Berîvan ve li Şengalê bi navê Şehîd Naze dewreya perwerdê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdê bûn gotin: "Bi perwerdê em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin." 
 
Jinên Êzidî bi dirûşma “Bersiva fermanê xwe bi rêxistinkirinê" xwe bi rêxistin dikin. Ji bo avakirina pêşeroja xwe jî dest bi dewreyên perwerdê kirin. Ji bo jin perwerde xwe berdewam bikin Akademiya Şehîd Berîvan hatibû vekirin, li akademiyê bi navê Şehîd Naze dewreya perwerdê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Jinên ku tevlî perwerdê bûn hest û ramanên xwe ji ajansa me re vegotin.
 
Macida Dexil ya di perwerde de cih digirt nerînên xwe bi vî awayî anî ziman: "Em îro gelek kefxweşin ku weke jinên Êzidî kom dibin û perwerda xwe dibînin. Perwerda me li ser nave Şehîd Naze vêbû. Me di her alî de perwerde dît. Beriya fermanê hinek tiştên ku ne li ber çav bûn, me bi perwerdeyên bêtir dît û nas kir. Ji bo vê jî ne tenê Êzidî divê hemû jin di nava perwerdê de bin. Ji ber ku jin jiyane ava dike. Ji bo vê pewîste dîroka xwe nas bike. Dewreya me 10 roj bûn û me li ser dîrok û çanda xwe perwerde dît. Welatparêzî û welatê xwe parastin çawa ye me li ser vê sekini. Heviya min hemû jinên Êzidî tevlî van perwerdeyan bibin û xwe nas bikin.”
 
Emşê Reşo ji wisa hestên xwe anî ziman: “Em îro gelek kefxweşin ku jinên Êzidî em bi hev re di perwerde de cih digirin. Perwerde ya ku me dît ji bo me wate û girîngiya we cûda ye. Tişta herî mezin ji bo me weke jinên Êzidî em bi hev re kar û xebat bidin meşandin. 10 roj in me perwerde dît. 10 roj in em bi hev re ne û ev tişt bi wate ye. Niha û beriya fermanê gelek cudahî heye. Berê em li malê dernediketin. Lê îro em xwe bi rêxistin dikin. Pewîste hemû jin xwe perwerde bikin xwe û dijminê xwe nas bikin.”
 
Zayida Xelef jî tevlî perwerdê bibû wiha hest û ramanê xwe anî ziman: "Em pir kefxweşin ku weke jin em hemû li hev civiyan û me bi hev re perwerde ya xwe dît. Ev cara yekemîne ku ez tevlî perwerdeyê dibim. Ji bo min weke şexs gelek feydeya we çêbû. Ji ber ku min pir tiştên nû nas kir û min îradeya xwe nas kir. Me dîrok û çanda xwe di perwerde de nas kir. Kombûna me ya li vir jî em gelek kefxweşin. Pewîste hemû jin ji perwerde derbas bibin."