Çalakiya rûniştinê bi stranên jinan berdewam kir

  • 16:12 11 Îlon 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo balê bikişîne ser şewata daristanan a li herêmê û bi taybetî ya li Çiyayê Cûdî berdewam dike çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û çalakî berdewam dike. Jinên ku piştgirî dan çalakiyê bi stranan xwe çalakî geş kirin.
 
Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat 3 meh in bênavber didome. Rayedar li gel mudaxeleya ku nakin destûrê nadin ku şêniyên li herêmê jî şewatê vemirînin.  Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê ji bo ku balê bikişîne ser şewata li herêmê û bi taybetî ya li Çiyayê Cûdî, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê çalakiya rûniştinê dabû destpê kirin. Çalakî bi tevlibûna şêniyên herêmê di roja 2'emîn de bi dirûşmên,  “HDP gel e, gel li vir e”, “Jin Jiyan Azadî” û “Cudî dîroke, xwedî dîrokê derbikeve”  berdewam dike.
 
Jinên ku piştgirî dan çalakiya rûniştinê bi stran, tililî û çepikan çalakî geş kirin. Her wiha wesayitên ku ji wir derbas dibûn jî ajovanên wan pêl kornayê dikirin û piştgiriyê didan çalakiyê.
 
Çalakî wê sibe dîsa bi tevlibûna gelek parlamenter û şêniyên herêmê berdewam dike.