Jinekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 12:53 11 Îlon 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Artemêtê ya Wanê Melîha Kara bi awayekî bi gûman li mala xwe jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Artemêt a Wanê li taxa Şabaniye Melîha Kara, vê sibehê di saetên serê sibehê de bi awayekî bi gûman li mala xwe mirî hat dîtin. Piştî lêkolîna dozgeriyê ya li malê cenazeyê Melîhayê ji bo bê otopsîkirin rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wnê.
 
Piştî otopsiya bê kirin cenazeyê Melîhayê wê li Goristana Selîmbeg bê definkirin.
 
Lêpirsîna derbarê mirina Melîhayê ya bi gûman de berdewam dike.