'Bi rêya perwerdeyê em ê rê li pêşiya întîxarê bigrin'

  • 14:31 10 Îlon 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Meclisa Jinên Sûriyê û Komeleya Mafên Mirovan bi boneya 10'ê Îlonê Roja Pêşîgirtina li Întîxzarê ya Cîhanê  daxuyaniyek dan. 
 
Ji bo rê li pêşiya întîxarê bê girtin, Sazya Mafên Mirovan a Navneteweyî  10`ê Îlonê wekî Roja Pêşîgirtina li Întîxarê îlan kir. Bi munesebeta 10'ê Îlonê Roja Pêşîgirtina li Întîxarê, Mecilsa Jinên Sûriyê û Komeleya Mafên Morovan daxuyaniyek dan çapemeniyê.  Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinên Sûriyê Rehşan Mehmud ve hat xwendin. 
 
Daxuyani wihaye: 
 
"Saziya Mafên Mirovan a Cîhanê di 9'ê Îlona 2019'an de ragihand ku li cîhanê di her çil deqeyê de di encma întîxarê de jinek jiyana xwe ji dest dide. Di her salekê de ji sêdî 80'ê kes di encama îtîxarê de jiyana xwe ji dest didin. 
 
Rêlipêşgirtina intîxarê bigrin
 
Em wek Meclisa Jinên Sûriyê ya Kantona Kobanê bang li hemû sazî û rêxistinên jinan dikin û em hêza xwe bikin yek û rê li pêşiya întîxaran bigirin. Her wiha ji bo ku rê li întîxarê bê girtin divê perwerde bê dayîn, zanist bê pêşxistin û rê û rêbazên çareseriyê bên dîtin."
 
'Sedema kuştinan zîhniyeta dewleta mêr e'
 
Her wiha Komeleya Mafên Mirovan ya Herêma Firatê  jî bi armanca vê rojê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Endamên Federasyona Ajokarên Kobanê, Mamoste, sazî û rêxistinên civakî amede bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Komeleya Mafên Mirovan hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Nesrîn Elî ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wihaye:
 
"Em wek Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Firtatê 10'ê Îlonê Roja Pêşîgitina li Întîxarê careke din bi bîr dixin.  Di van demên dawiyê de kuştin û xwekuştin li herêma Firatê zêdetir bûye, gelek  sedemên kuştin û xwekuştinê hene yek ji wan sedeman malbat û zihniyeta mêr- dewletê ye.  kesên ku rastî tundiyê tên zêdetirî wan jinin.  jî ber vê yekê pêwîst e çareseriyek ji bo vê tundiyê bê dîtin. Pêwiste Saziya Mafê Mirovan a Cîhanê li gor hevpeyman û zagonên naveneteweyî û bi erka xwe rabe û jiyaneke dûrî tundiyê ji bo tevahî jinan biafrîne."