‘Ne dibistan ne jî pergal ji perwerdê re ne amade ye’

  • 09:04 10 Îlon 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2'yem a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî derbarê biryara pêşdibistan û pola yekem ku wê di 21’ê îlonê de derbasî perwerda rûbirû bin de axivî û got: "Hêj jî tu tedbîr nehatine girtin. Her wiha her diçe xwendekar ji perwerdê dûr dikevin."
 
Wezîrê Perwerda Neteweyî Ziya Selçuk rojek berê daxuyanî da û got wê di 21’ê îlonê de pêşdibistan û pola yekem wê dest bi perwerda rûbirû bikin. Li aliyê din jî polên din wê ji dûr ve perwerdê bidomînin. Kedkarên perwerdehiyê jî rexne dikin ku tevlî nîqaşên der barê pêvajoyê nayên kirin. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 2'yem a Egîtîm Sen a Îzmîrê Zelîha Danyelî derbarê mijarê de nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku tu tedbîr nehatine girtin û her diçe zarok ji perwerdehiyê dûr dikevin.
 
‘Newekhevî tê veşartin’
 
Zelîhayê destnîşan ki kir ku pirsgirêkên di pêvajoya pandemiya borî de hatiye jiyîn wê dubare bikin û bi taybet jî zarokên li herêmên bê derfet dijîn û rewşa wan ya aborî nebaşe wê bi bandor bibin û got: “Li gorî daxuyaniya wezaretê mîlyonek û nîv xwendekarî xwe negîhandiye perwerê, lê li gorî agahiyên Egîtîm Senê girtine hejmar hîn zêdetire. Gelek zarok li mala wan bihêlin tablek û kompîtur, televîzyon jî tune. Ev jî newekheviyê xwe bi re tîne. Bingeha perwerda ji dûr ve nehatiye avakirin. Wezaretê got ji bo xwendekarên perwerda ji dûrve digirin seta pirtûka a ji 17 hebî pêk tê amade kirine. Di esasê de ya ku dixwazin bikin ev e ku newekheviyê veşêrin.”
 
‘Wezaretê tu tedbîr negirtiye’
 
Zelîhayê diyar kir ku mamoste di 24’ê tebaxê de şandin dibistanan û wiha berdewam kir: "Me dî ku dibistan ne amade ne. Rêveberên dibistanê bi hewldanên xwe dezenfektan girtine. Tu tedbîr nehatine girtin. Me ev bi rayagiştî re parve kir. Ziya Selçûk em bi avakirina zemîna îstîsmarê sûc darkirin. Wek Egîtîm Sen berpirsyariya me heye. Em ê rastiyan bêguman parve bikin. Hîna alavên paqjiyê ji bo dibistanan nehatine girtin. Peywirdarên paqijiyê negirtine. Pol kêm in. Pol li gorî asta wan nehatine plankirin. Divê valahiya mamosteyan bê tijekirin.”
 
‘Zarok ji perwerdê dûr dikevin’
 
Zelîhayê, da zanîn ku divê tedbîr baş bên girtin û wisa perwerda rûbirû bê destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarok ji perwerdê dûr dikevin. Ev jî karkeriya zarokan û zewaca di temenê biçûk de zêde dike. Em ê her tim ji bo perwerda wekhev û zimanê dayikê jî têbikoşin. Egîtîm Senê derbarê çareserkirina pirgirêkan de komxebat pêk anîn û ya yekem jî bi Odeya Tabîban re pêk anî. Pêşiyara herî girîng ev ku li her dibistanê xebatkarekî tenduristiyê hebe. Divê alava pîvana agir hebe. Divê mamoste dem bi dem testan bikin. Em ê ji bo mafê perwerdê her tim têbikoşin.”