Li Kobanê di encama topbaranê de sê şênî birîndar bûn

  • 19:26 20 Gulan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Di encama tobarana dewleta tirk ya li ser herêmê de, sê niştecihên gundê Şêxlerê birîndar bûn û agir zewiyên welatiyan ket.
 
Bi rojana bê navber dewleta tirk ji bajarê Cereblusê topan davêje navçeya Qinê ya girêdayî bajarê Kobanê. Di encema tobaranan de bi rojane zeviyên gel dişewitin. Di van rojand e gelek caran gundên girêdayî bajarê Eyin Îsa jî ji milê dewleta tirk ve tên topbarankirin û zeviyên genim, ceh û darên gel agir pê dikevin. Îro jî di van saetan de carek din dewleta tirk ji bajarê Cereblusê topên hewanê avêtin gundê Şêxlerê yê ku dikeve Rojavayê bajarê Kobanê, di encama tobaranê de sê niştecihên gundê Şêxlerê birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne rakirine nexweşxaneya bajarê Kobanê. 
 
Dema dewleta tirk havan davêje gundê Şêxler yek li ber deriyê asayişê, yek li ber deriya Heyva Sor, yek li temirxanê erebeyan û yek jî li erka xwe parastinê dikeve. Di encama vê topbaranê de endama Heyva Sor Zozan Misto û Cîhan Milhem û welatiyê bi navê Firat Kurdistan birîndar bûn.