SES: Dema jin dijîn daxwazên wan qebûl bikin!

  • 16:11 20 Gulan 2020
  • Rojane
AMED -  Endama Şaxa SES’ê ya Amedê Mûazzez Balsak li nexweşxanê bi şîdeta hevjînê xwe yê di merheleya hevberdanê de bû rûbirû ma, Şaxa SES'ê derbarê şîdetê de diyar kir ku ger tiştek bi endama wan Muazzez were, berpirsiyarê wê Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê û rêveberiya Nexweşxaneya Zarokan a Amedê ye.
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Amedê, derbarê endama xwe Mûazzez Balsak a li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê, bi şîdeta fîzîkî û derûnî ya hevjînê xwe yê di merheleya hevberdanê de bû hat de, daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan a Amedê hat dayîn. Polîsan berî daxuyaniyê ewlekariyek zêde girtin.
 
Sekretera Jinê ya Şaxa SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak, daxuyanî da û wiha axivî: “Ji ber newekheviya zayendî ya civakî ya di polîtîkayên jinê de, piraniya jinan di demên cuda yên jiyana xwe rastî tundiya fîzîkî, aborî û derûniyê tên. Di feraseta kar a pergala hiqûqî de, ji ber nêzîkatiya “di carekê de, tiştek nabe” bersûc nayên ceza kirin."
 
Rozerin, da zanîn ku Muazzez niha li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê karê dermanfiroşiyê dike û got: "Di merheleya ku hevjînê xwe berde. Hevjînê wê Mehmet Balsak di vê pêvajoya berdanê de, dema Muazzez nobedara şevê bûye tê nexweşxanê, şîdeta fîzîkî û derûnî lê dike. Mehmet di dema tundiyê de bi dehan car wê û malbata wê bi kuştinê tehdît dike. Muazzez ji ber vê yekê daxwaz kir ku cihê wê bê guhertin. Lê ev daxwaza wê hat redkirin. Di rewşeke wiha de divê daxwaza wê bê qebûlkirin. Em jin naxwazin ku piştî şîdet û kuştinan jinan, daxwazên wan bên qebûlkirin. Em dixwazin ku ev jin dema dijîn daxwazên wan bên qebûlkirin."
 
Rozerin, da zanîn ku ger tiştek bi endama wan Muazzez were, berpirsiyarê wê Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê û rêveberiya Nexweşxaneya Zarokan a Amedê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê dest pê kirin û bên cezakirin.”