Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin

  • 14:46 20 Gulan 2020
  • Rojane
ÎDIR - Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a ku ji peywirê girtin û qeyûm tayinî şûna wê kirin, piştî îfadeya wê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk a piştî ji peywirê girtin û binçavkirin û piştre qeyûm tayînî şûna wê kirin, sewqî edliyeyê kirin. Eylem piştî 5 rojan li Midûriyeta Polîsan a Îdirê di bin çavan de hat girtin, sewqî dozgeriyê kirin. Tê payîn ku Eylem îfadeyê bide dozgeriyê. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê  Kurdî de Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş û hevşaredarên Sêrt, Hawêl, Misirc û Vartînîsê binçav kiribûn û qeyûm tayînî şûna wan kiribû. 
 
Hevşaredar Yaşar Akkuş jî di 18'ê Gulanê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin.