Kongreya Star rûxandina gorên pakrewanan bi daxuyaniyekê şermeza kir

  • 14:07 20 Gulan 2020
  • Rojane
HELEB - Rêxistina Kongreya Star a Bajarê Helebê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser gorên pakrewanên azadiyê li Bakurê Kurdistanê daxuyanî da.
 
Dewleta tirk li Bakur êrîşên xwe yên li ser gorên pakrewanên azadiyê dewam dike. Gelek gorên pakrewanan di encama êrîşan de hatin rûxandin.  Têkildarî bûyerê Rêxistina Kongra Star a Bajarê Helebê êrîşn dewleta tirk ên li ser gorê pakrewanên azadiyê  bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star  a li Taxa şêx Meqsûd şerqî bi tevilîbûna bi dehan ji endamên komînan û endamên  Kongreya Star hat xwendin.  Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Helebê Fatme Hesen ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû:
 
“Di serî de em bi tundî êrîşên dewleta tirk  derheqê nirxên me yên pîroz de em şermezar dikin. Her cihekê ku dewleta tirk dagirkiriye êrîşên xwe bi aweyekî hovana pêk tîne. Li bakurê kurdistanê gorên pakrewanên azadiyê tên hedef girtin. şehîdên me yên ku ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirine xeyalê wan ji bo welatek azad û aramiyê bû. 
 
Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ji bo vegera dewleta osmanî dixebite, lê yên ku li pêşiya wî dibin asteng û nahêlin ev xeyalê wan pêk were pakrewanên  azadiyê û şervanên me yên ku aşiqê azadiyê ne. Tişta ku dewleta tirk dike ti wijdan vê yekêt qebul naken.
 
Dewleta tirk  gorên zarokên me dirûxîne û hestiyên wan ji malbatên wan  re rê dike, da ku îrade û kezeba dayikan li ser zarokên wan bişewitîne. Êdî bese ji kiriyarên tirkiyê re. Dewleta tirk li pêşiya çavên hemû cîhanê kiriyarên binpêkirin û qirkirina gelan dike, lê dewletên navnetewî çavên xwe digire  û bêdengiya wan razîbûna wan  ji van kiryaran re dide diyar kirin. Em bang li rêxistina mafên mirovan û mirovên  xwedî wijdan dikin li hember kiriyarên dewleta tirk sekna xwe bidin diyarkirin. Divê dewleta tirk ser van kiryarên derheqê mirovan de bê dadgehkirin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “şehîd namirin” bi dawî bû.