Ji bo Nûdem Dûrak kampanyaya navneteweyî hat destpêkirin

  • 10:45 20 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Hunermenda Kurd Nûdem Dûrak a ku li Girtîgeha Bayburtê tê girtin bi alîkariya rew?enbîr û hunermendan kampanyaya navneteweyî ya navenda wê Firansaya hat destpêkirin. 
 
Hunermenda Kurd Nûdem Dûran di 2015'an de stranên ku digot wekî hincet hat nî?andan û hat girtin. Nûdem mehkûmî 19 sal cezayê girtîgehê hat kirin. Nûdema 32 salî ye niha li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bayburtê tê girtin. Ji bo Nûdem serbet bê berdan niha kampanayaya alîkariyê ya navenda wê Firansa ye tê me?andin. Di çarçoveya kampanyayê de niha li Fransa, Îngilistanê, ABD, Siwêde, Senegal, Fas, Cezayir, Tunus û Gouadeloupe pi?tgirî tê dayin. 
 
Navên wekî Angela Davis, Noam Chomsky, Ken Loach, David Graeber, Peter Gabriel, Roger Waters ku di raya gi?tî ya navneteweyî de tên naskirin banga berdana Nûdemê kirin. 
 
Ekocivanas  Michael Löwy di peyama pi?tevaniyê de wiha got:"Stranên wê kevne?opiyeke ji Kurdî ye. Girtina Nûdemê heqaretek e."
 
Helbestkar Delphine Durand ku ji Firansayê ye berê ji bo Hevrîn Xelef û girtiyên siyasî yên Amedê helbest nivîsandibû niha jî ji bo Nûdemê helbest nivîsand. Her wiha banga pi?tevaniya girtiyên siyasî kir. 
 
Kampanya li ser hesabên Facebook, Twitter, Instagram û YouTube'yê bi navê “Free Nûdem Durak” tê me?andin.