‘Ji ber êrîşan em nikarin li gundê xwe rehet bijîn’

  • 09:04 20 Gulan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên gundê Aşma Mihemed Osman û gundê Aşma Firatê ser dîroka gundên xwe axivîn û wiha gotin :“Piştî  ku dewletan di navbera bajaran de sînor ava kir, malbat ji hevdu qut bû. Ji ber gundê me li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, em her tim rastî êrîşên dewleta tirk tên.”
 
Gundê Aşme xwedî dîrokeke kevnar e. Navê gund bi Kurmancî Aşme ye, Tirkî Eşme, Erebî Ûweyn tê gotîn.  Piştî ku dewleta Osmaniya hilweşiya û hevpeymana Sykes-Picot hat îmzekirin axa Rojhilata Navîn hate dabeşkirin. Bi hevpeymana Lozanêre sînorên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê di navbera Fransa û Tirkan de hat xêzkirin. Bi avabûna sînoran re bajar, gund û warên Kurdan ji hev hatin dabeşkirin. Yek ji van jî gundê Aşme ye ku bi avabûna sînoran re bû 5 beş, piştî ku gund hat parçekirin sê gundên Aşme ketine sînorê axa dewleta tirkan û du gundên Aşme jî ketine axa dewleta Sûriyeyê. Aşmeya Mihemed Osman û hersê Aşmeyên din yên ser sînorê  Bakurê Kurdistanê pir nezî hev in. Gundê Aşmeya Firatê 30 km. li Başûr û Rojavayê bajarê Kobanê dikeve. Aşmeya Mihemed Osman 35 km. li Rojavayê bajarê Kobanê dikeve. Piştî salên dirêj Cemalê Hebeş derbasî aliyê Firatê bû û li wir gund hêdî hêdî hat avakirin. Bi vê şêwayê gundê Aşme dibe 5 beş. Gundî ji gundê xwe yê bingehîn derketine û navê gundê xwe kirine Aşme. Di navbera Aşmeya ser sînor û Aşmeya li Başûr û Rojavayê Kobanê de 40 km. mesafe heye.
 
‘Aşme navê xwe ji aş girtiye’
 
Aşme navê xwe ji aş girtiye. Di dema berê de herikîna avê di navbera gund re derbas dibû û aşê gund jî zêde bû. Şêniyên gund debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikirin. Di gund de şikefteka dîrokî, gorên pîroz û girek hene. Şêniyên her pênç gundan berê bi hev re dijiyan, piştî sînor ket navberê de ji hev qut bûn. Caran bi rêyên qaçax bi hev re diaxivîn. Piştî êrîşên dewleta tirk gundî êdî nikarin hev bibînin û ne jî dikarin bi rêya telefonê re  bi hev re biaxivin.  Di Sibata 2015’an gora Şah Sûleyman ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê derbasî gundê Aşme kirin, ji wê demê ve şêniyên gund êdî nikarin bi dilekî rehet di nav gundê xwe de tev bigerin. Şêniyên herdu gundan Edûlê Cemal ya 60 salî û Şemsê Cemalî Hebeş ya 50 salî derbarê dirok û zehmetiyên ku di gund de tên jiyîn ji me re parve kirin.
 
‘Di gundê me de Şikeft û gorên pîroz hene’
 
Edûlê derbarê dîroka  gundê Aşme de wiha  û axivî: “Dema kal û pîrên me hatine vê herêmê gund tune bû.  Li vir dimînin û piştî demekê dest bi çêkirina xaniyan dikin û gund tê avakirin. Gundê me bi navê Mihemed Osman Aşme tê nasîn.  Giştî 5 Aşme hene. Sê li milê Bakurê Kurdistanê ne û du jî li milê Rojavayî Kurdistanê ne.  Li gor  ku kal û pîrên me behsê dikirin, berê hemû Aşme yek bûn. Piştî sînor hatin diyarkirin Aşmeya li milê Rojava ji Aşmeyên din qut bû. Her wiha di gundê me de şikefteke dîrokî û gorên pîroz yên tê nasîn hene. Piştî ku êrîşên tirkiyeyê  ser heremên Rojava dest pê kirin  û şûn ve tu kes nikare bazirganiyê bike. Şêniyên gund êdî debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.  Şêniyên gundê Aşme yê Bakur û yê Rojava  em hemû mirovên hev in.”
 
‘Bi lêkirina dîwar re êrîşên li ser gund zêde bûn’
 
Êdûlê  derbarê êrîşên  ku li ser gund  hat kirin wiha got:  “Dema sînorê Sûriyeyê û Tirkiyeyê hat avakirin êrîşên dewleta tirk li ser herêma me dest pê kir. Beriya sînor bê avakirin çuyîn û hatina me li aliyê Bakurê Kurdistanê hebû. Piştî sînor hatin çêkirin jî em carnan qaçaxî diçûn û dihatin.  Di sala 2005’an de 3 şêniyên ku li gund ber sewalan bûn,  ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve gule li wan hatin reşandin û jiyana xwe ji dest dan. 2 kes temenê wan bin 15 re bûn û yek ji wan jî 25 salî bû. Niha jî em nikarin di gundê xwe de bi rehetî tevger bikin. Dema êrîşên DAÎŞ’ê li ser Rojava dest pê kir em neçar man ku biçin gundê Aşme yê Bakur bi cih bibin. Piştî em vegeriyan ser axa xwe ya Rojava gora Sûleyman Şah ji Qaraqozaxê anibûn gundê me. Ji berê de êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li ser me hebûn, piştî gora Suleyman Şah ket gund û şûn de êrîş li ser gund zedetir bûn. Gundê me di her kêliyê de, di bin xeteriyê de ye. Em di gundê xwe de nikarin bi awayek rehet bijîn. Her wiha ji ber sedema zextên dewleta tirk em nikarin mirovên xwe yê li Bakur re biaxivîn.” 
 
‘Gundê me xwedî dîrokek kevnar e’
 
Jina bi navê Şemsê wiha qala dîroka gundê Aşme Firatê kir û got: “Navê gundê me Aşme Firatê ye ji ber ku nezî ava Firatê hatiye avakirin. Bi Aşme Firat û Aşme Cemalî Hebeş jî tê naskirin. Cemalî Hebeş navê kalikê me ye. Aşmeya li ser sînorê Bakur jî em dibêjin Aşme Mihemed Osman, em her pênç Aşme jî dibin mirovên hev û em ji eşîra Kêtikan in. Temenê gundê me nezî 105 sal heye. Di demên berê de  li her pênç gundê Aşme jî av hebû û bi çandiniyê dewlemend bûn. Li  gor ku kal û pîrên me dibêjin li gundê Aşme Firatê de Çerkez jî jiyane. Me Aşme Firatê berê debara xwe bi çandiniyê dikir, Aşmeya ber Sînor jî debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikir. Em niha jî debara xwe bi çandinî û karên cuda dikin. Bi lêkirina sînoran re gundên me ji hev hatin parçekirin û her hinek ji me li deverek cuda bi cih bûn. Bi destê dewleta tirk, çeteyên DAIŞ’ê derbasî Rojava bûn û em neçarî koçbertiyê kirin niha jî dewleta tirk û çeteyên xwe bi hev re êrîşî me dikin.”