ROJEVA 20’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 20 Gulan 2020
  • Rojev
*Rawan Xelîl a ku ji zarokatiya xwe de karê wênesaziyê dike û bi taybet wêneyê jinan xêz dike, derbarê xebat û pîşeya xwe ya wênesaziyê de ev tişt got: "Xêzkirina rûyê jinê, nîşankirina heybeta wê, êşa wê, xweşikbûn û bedewiya wê  hemû rengên jiyanê ne. Min xwest taybetmendiyên jinê di tabloyên xwe de pêşkêş bikim û di nav de bijîm." DÎMEN HEYE
 
*Şêniyên gundê Aşma Mihemed Osman û gundê Aşma Firatê ser dîroka gundên xwe axivîn û wiha gotin :“Piştî  ku dewletan di navbera bajaran de sînor ava kir, malbat ji hevdu qut bû. Ji ber gundê me li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, em her tim rastî êrîşên dewleta tirk tên.” DÎMEN HEYE
 
*Piştî derketina Vîrûsa Koronayê rastî û lawazbûyîna modernîteya kapîtalîst hîn bi awayekî şênber xwe da der. Qeyranên ku kapîtalîzmê afirandine, bûne amûra daqurtandin û tunekirina kapîtalîzmê.
 
*Vîno Xelef a ku debara xwe bi çandiniyê dike anî ziman ku ji bo mirov li ser piyan bisekine debar girîng e û wiha got:"Li cîhanê bê têkoşîn debar nabe. Bi taybet jî ji bo jin li ser piyan bisekine pêdiviya wan bi xebat û aboriyeke baş heye. Em jî ji bo li ser piyan bimîni em dixebitin." BI DÎMEN
 
*Mamosteya 18 salan Hatayî Demîr a ku bi KHK'ê ji ser kar hat îxrackirin û 4 salin  mêşvaniyê dike, dibêje ku dibistana herî xweş xweza ye.
 
*Endama Meclîsa Jinan a Konseya Bajar Yelîz Çapur xebat û projeyên ji aliyê Şaredariya Qersê û Konseya Bajar ve hatine amadekirin vegot û destnîşan kir ku ji bo jin ji qada çandiniyê dur nemînin û bi axê re bên cem hev, îmze avêtine gelek projeyên ekolojîk. 
 
*Ji Tora Piştevaniya Jinan Buse Uçer, got di pêvajoya pandemiyê de li ser çapemeniya civakî hatine cem hev, atolyeyên çîrok, helbest, xwendina pirtûkan pêk anîne û got: “Em di dîstopyaya ku hikûmetek îrrasyonel dimeşîne de dijîn. Parçeyeke vê dîstopyayê jî korona bû.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy diyar kir ku pêvajoya normalbûnê divê mirovan neke rehetiyê û divê li dijî rîskan baldar tevbigerin. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer ku zemîna siyasetê jê re nehiştin û neçar ma biçe Ewropayê wiha got: “Min cihê têkoşîna xwe ya Kurd guher û parçeyê para min ket hilgirt. Siberojên azad nêzin. Em ê bi vê baweriyê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE