Meclîsa Jinan a HDK'ê encamnameya civîna xwe ragihand

  • 17:12 19 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Meclîsên Jinan ên HDK'ê encamnameya civîna xwe aşkerakir. 
 
Civîna 3'yemîn a Meclîsa Jinan a Serdema 10'an a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 16'ê gulanê bi tevlêbûna onlîne ya bi dehan jinên ji Kurdistanê û Tirkiyê pêk hat. Piştî civînê encamname hat aşkerakirin. 
 
Encamnameyê Meclîsa Jinan A HDP'ê wiha ye: "Di pêvajoya pandemiyê de ji bo em xwe bêtir li dijî zext, xizanî, şîdet, kar û barê giran bi hêz bikin me kampanyaya 'Piştevaniya Jinê li her derê ye' dabû destpêkirin. Li gorî hêza xwe me Maseyên Piştevaniya Jinê ava kir. Me xwest em xwe bighînin hemû jinan. Em li Tirkiye û Kurdistan û li cîhanê li benda geşedanên nû ne.
 
Em wekî Meclîsa Jinan a HDK'ê hewldidin ku her rêxistin serbixwe bi kirdeyeke kollektîf di nava vê xercê de cih bigirin. Mirov nikare dev jî têkoşînê berde, divê mirov têkoşîna xwe mezin bike."