150 hunermendên Başûrî ji bo Zînî Wertê daxuyanî dan

  • 12:28 19 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 150 hunermendên Başûrê Kurdistanê xwestin ku ew hêzên ku li Zînî Estêrokan (Zînê Wertê) bi cih bûne vekişin cihên xwe yê berê.
 
Hunermendên Başûrê Kurdistanê di 21’ê Adarê de bi dirûşmeya ‘Di şerê navxweyî de tU kes bi ser nakeve’ kampanyek li dijî rewşa li Zînê Estêrokan (Zînî Wertê) dabûn destpêkirin, ev kampanya hunermendên Başûrê Kurdistanê hîn didome.
 
Kampanya ji gelek stranbêj, muzîsyen, şanoger, wênekêş û dehan humerdên warên cuda pêk tê. Armanca wan pêşîlêgirtina şerê navxweyî ye. Her wiha daxwaza vekişîna hêzên li Zînî Wertê dikin.
 
Hunermendan bang li aliyan kirin, gotin nebin amrazek ji bo bicihanîna planên dagirkeran û xwestin ew hêzên li wir xwe ji aloziyan dûr bigirin.