KCD: Ekosîstema herêmê tê texrîpkirin

  • 12:11 19 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê bi daxuyaniyek bal kişand li ser çêkirina projeya HES'ê ya li Geliyê Zîlan û got: "Em li raya giştî, Gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, jin û tevgerên ekolojiyê dikin ku li hemberî qirkirina xwezayê helwestê nîşan bidin."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser çêkirina projeya HES’ê ya li Geliyê Zîlan a girêdayî navçeya Erdîşa Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser talankirina xwezayê. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi destpêkirina bapêşa koronayê, talankirina xweza û civakê ya ji hêla desthilatdarî û sermayedaran bi awayekî hevdem hatî destpêkirin bê navber didome. Ji Artvînê heta Kazdaglari û Munzurê, ji Madrayê heta Saldayê û herî dawî jî îro tê xwestin ku li ser çemê Zîlanê projeya HES'ê bê çêkirin.
 
Beriya niha di sala 2014'an de di çerçoveya destpêkirina projeya HES'ê ya Zîlanê de ji bo valakirina gundan gelek zevî û gund hatin îstîmlaqkirin. Lê bi berxwedana gundiyan û piştgirîdayîna saziyên sivîl piştî serlêdana darazê, 6'mîn Daîreya Ceza ya Daniştayê di sala 2015'an de biryara rawestandinê dabû.
 
Ekosîstema herêmê bê talakirin
 
Îro me bîhist ku sermayedar bi hevkariya desthilatdariyê vê bapêşê ji xwe re wekî firsendê dîtine û careke din li ser çemê Zîlanê dest bi xebatê xwe kirine. Beriya çend rojan ciwanên Wanî ji bo protestokirinê xwestin biçin cihê xebat lê kirin lê ew hilnegirtibûn qadê.
 
Çemê Zîlanê di navbera sînorê Navçeya Erdîş a Wanê de cih digire û qadekî avî ye. Çemê Zîlanê ligel qada daristanê û bi hezaran cûreyên zindiyan xwedî ekosîstemek mezin e. Ligel wê ev qad mêrg e û ji bo debara hemwelatiyên herêmê di warê çandinî û ajalvaniyê çavkaniyek dewlemend e. Bi çêkirina projeya HES'ê ya li ser çemê Zîlanê dê ekosîstema herêmê bê talankirin.
 
Li Geliyê Zîlan 15 hezar Kurd hatin qetilkirin
 
Her wiha çemê Zîlanê ji bo gelê Kurd xwedî cihek taybet û beramberîbûna wê ya dîrokî heye. Çemê Zîlanê di sala 1930'an de wekî 'Qetlîama Geliyê Zîlan' derbasî rûpelê dîrokê bû ye. Ji ber vê yekî ji bo gelê Kurd xwedî bîrek watedar e. Di qetlîma Geliyê Zîlan de 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ev qada ku ji bo gelê Kurd bûyê navenda bîrê, îro bi projeya HES'ê tê xwestin ku bê binaxkirin.
 
Erdnegariya Kurdistanê bê mirov tê hiştin
 
Di pêvajoya dawî de, bi hewla ku tê xwestin li Çavên Hallvorî ya Dersimê otelek taybet bê çêkirin, Heskîfa ku di bin avê de hatî hiştin û plankirina çêkirina HESê ya li ser çemê Munzurê aşkere xwiya dike ku li hemberî erdnîgariya Kurdistanê operasyonek bîrê tê kirin. Tê xwestin ku qetlîama ekolojiyê jî li qetlîamên beriya niha li hemberî civakê hatin kirin bê zêde kirin û bi vî awayî tê xwestin ku erdnîgariya Kurdistanê bê mirov û xweza bê hiştin.
 
Em wekî KCD'ê BANG li Raya Giştî, gelê Kurd, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Jin û Tevgerên Ekolojiyê dikin da ku li hemberî qirkirina xweza û bîrê ya li dijî civaka Kurdistanê û ekosîstema wê pêk tê helwestê bigirin."