Li Kobanê mirina jinekê ya bi guman
- 10:16 19 Gulan 2020
- Rojane
KOBANÊ- Duh nîvro jina bi navê Peyman El-Oso ku dayika 3 zarokan e di mala xwe de kuþtî hat dîtin. Sedema kuþtina Peymanê hîn diyar nebûye.
Peyman El Oso ya 26 salî, dayika sê zarokan û ji gundê Xûrxurê ye û li gundê Xirab Osî dijî kuþtî hat dîtin. Li gor agahiyên ku xizmên Peymanê bi me re parve kirin mala xwiþka Peymanê di heman avahiyê de ye û ya birayê wê jî li rex wan e ku li dora çarxeriya satêne ye. Saet di yekê nîvro de Peymanê xwe amede dikir da ku biçe gund, loma du zarokên xwe diþîne cem xwiþka xwe heta ku xwe amede dike û yek jî li cem wê dimîne. Her wiha hevjînê wê di wê demê de li ser kar bû. Di wê navberê de zarokê Peyamanê dengê guleyan dibihîse û direve ji derve û gazî xal û xaltiya xwe dike û dibêje dayika min mir. Di destpêkê de birayê Peymanê û piþtre xwiþka wê tên û dibînin ku Peymanê jiyana xwe ji dest daye.
Hat payîn ku Peyman di encama çeka Kilaþînkofê ya mêrê pê re zewiciye jiyana xwe ji dest daye. Du gule li zik û madeyê wê ketine. Lê hîna sedema kuþtina Peymanê diyar nebûye.
Hêzên Asayîþê hîna lêpirsînên di derbarê cinayetê de berdewam dikin. Di demên pêþ de wê agahiyên berferhtir werin dayîn.