Qeyûm 18 mal û milkên şaredariyê derxist firotinê

  • 09:11 19 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 18 mal û milkên şaredariyê bi rêya îhaleyê derxist firotinê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag bertek nîşanê rewşê da û got bûne şahid ku pergala îhaleyê nêlêrtiyan çawa derdixe holê û got: “Bi encumenên dijqanûnî hilbijartine, dixwazin biryara derbixin.”
 
Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di 19’ê Tebaxa 2019’an de, Walî Mustafa Yaman wek qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm 18 mal û milkên aydê şaredariyê bi riya îhaleyê derxist firotinê. Di îlana malpera fermî ya şaredariyê de cih digire mal û milkên li Diyarbakirkapi, Savurkapi û Yalim yên li taxa Atruluyê wek erezî xuya dike.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag ya ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku firotina îhaleyan beyî encumanan, bêusul hatiye kirin. Fîgenê destnîşan kir ku di belgeyên nelêrêtiyê yên berê yên qeyûm de der barê ku pêvajoya wê çawa biçe de bi fikarin.
 
‘Nelêrêtî derketibûn holê’
 
Fîgenê destnîşan kir wan yekser şahidiya pêvajoyê kirine û got: “Me mînaka vê ya herî aşkera di bin banda Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de dîtibû. Navendên jinan yên girêdayê saziyê bi pereyên mezin hatibûn kirê kirin û alavên depoyên daîreyên hatibûn talankirin û me der barê kesên berpirs de pêngavên xwe avêtibûn. Ji bo kirê bên betalkirin û alav şûnde bên girtin me hewl dabûn.”
 
‘Ereziyan didin kesên ji derveyê bajêr’
 
Fîgenê da zanîn ku qeyûmê piştî sala 2016’an ereziyên bi nirx yên bajar firot û got: “Di vê pêvajoyê de hinek malên ku nikaribûn bifroşin bi pereyê kêm derxistin îhaleyê. Ev dijhiqûqî her tim hatin jiyîn. Hefteya borî ereziyeke li herêma organîze sanayiyê, hewl dan bifroşin kesekî ji Erqereyê. Lê bi rêveberiya sanayî organizeyê re nîqaşkirin û rêveberiya organîzeyê doz vekiriye û pêşî lê girtiye.”
 
‘Beyî qanûn dixwazin biryarên meclîsê derxin’
 
Fîgenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beyî civînan encumenan îhaleyên tên girtin ne zelalin û wiha dawî lê anî: “Beyî qanûn bi awayekî dijhiqûqî dixwazin ji meclîsê biryaran derxînin. Me wek partî dozên xwe vekir. Pêvajo didome.”