‘Zarok ji civakîbûnê dûr dikevin'

  • 09:03 19 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Zarokên ku li kolan û kuçeyan dibûn rengê biharê ji ber vîrûsa koronayê îsal kuçe û kolan vala man. Dayikan diyar kirin ku zarok 24 saetan li malê ne û ev tişt pirsgirêkan jî bi xwe re tîne û got: “Ji bo em van pirsgirêkan ji holê rakin pêwîste projeyên bi bandor ji bo zarokan werin pêşxistin."
 
Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) li Tirkiyê ji derketina li derve hat sînorkirin. Îzalasyona civakî a ku bandorê li ser hemû qadên civakê kiriye bi taybet jî ji bo zarokan bû pêvajoyek bi zehmet. Tê zanîn ku zarok di xwezaya xwe de çalakin, ango nû jiyanê nas dikin. Di carekî de mayîna wan ya malê de bandorek mezin li ser wan kiriye. Lê di aliyê wan fêm kirinê de malbat ji kêmasiyan dijîn. Têkildarê jiyana zarokan a di karantînayê de dayikan ajansa me re axivîn.
 
‘Zarok dema xwe bi tv û telefonan re derbas dikin’
 
Zarokên Marya yek di temenê 5, ya din ji di temenê 7 salî de ye. 2 meh zêdetire dema xwe li malê derbaz dikin. Marya wiha qala vê pêvajoyê kir: “Di serê pêvajoyê de me gelek zorî ne kişand. Ji ber ku mal ji zarokan re bi kêf dihat. Lewra hindî dem derbaz bû ev rewş hat guhertin. Zarok êdî ji malê aciz dibûn û ji bo fêmkirina bûyerê zorî dikişandin. Di aliyê bi wan dayîna famkirinê de kêmasiyên me ji hebûn, ji ber ku cara yekem bu em rastî bûyerek wisa tên. Ev tev ji bandoreke nerênî li ser derûniya zarokan kir. Bi acizbûyînê re wan zêdetir meila xwe dan ser amûrên dîjîtal. Ji berê zêdetir TV temaşe dikin, li ser tablet û telefonan lîstokan dileyîzin. Ev ji bo min gumaneke mezin diafirîne. Lewra em dizanin ji bo pêşketina zaroka ji ev metirsiyeke. Ez dixwazim wan asteng bikim lê êdî wê ji nikarim. Dema pêvajoya karantînayê qediya wê çawa ber bi asayîye ve biçe em ji nizanin. Wê di wî warî de ji pirsgirêk werin jiyîn.”
 
‘Zarok ji civakîbûnê dûr dikevin' 
 
Marya bal kişand li ser perwerdeya zarokan û wiha got: “Ji bo astengkirina belavbûna şewba vîrûsê dibistan hatin girtin û ji perwerdeyê dûr ketin. Bi rastî ev pergala perwerdeyê ya di pêvajoya vîrûsê de li pêş xistin ji me re biyanî ne, lewra em nikarin bi zarokên xwe re bibin arîkar. Ew jî ji vê perweredeyê sudê nastînin. Hindî diçe nikarin li dersê bixebitin, pirtûkan bixwînin. Ev wan ji perwerdeya wan dûr dixe. Ji bo wan û ji bo me ji gelek zehmet derbaz dibe. Li rexa vê ji zarok civakî bûyînê dûr dikeve. Car car ji bo xwesteka wan ya derketinê çênebe em wan ditirsînin. Lê ev di aliyê nerênî de ji banforek mezin kir. Êdî naxwazin derbikevin ji ber ku ditirsin û xwe ji mirovan ji dûr dixin. Ev rewş wiha berdewam bike wê encamên xetertir ji bi xwe re bîne. Wan di vê alî de cîhaneke din ji xwe re dirûst kirine. Ez weke dayikek pir bi gumanim ji vê rewşê. Divê bi taybet ji bo zarokan çalakî û projeyên baş werin çêkrin. Daku ev valehiya xwe dagirkirin.”
 
‘Zarok li malê afrîner dibin' 
 
Marya da zanîn ku aliyek bandoreke erênî vîrûsê jî hebû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Min bi zarokan re li ser balkonê şînatî çand. Em bi hev re bi wan re eleqeder dibin. Ev jî ji bo wan bu çalekiyek fêrker. Her wiha zarok ketin ferqê ku mal ji navendên kirîn firotinê zêdetir xweştir e. Bi taybet di aliyê mezaxtinê de hîn bêhtir baştirbûn. Ji xwe di milê aborî de ji em pirsgirêkan dijîn. Bi xwe ji dikarin milê xwe yê afrêneriyê bikarbînin û lîstokan bileyîzin. Lewra êdî dikevin ferqa hinek tiştan de û ev ji bo min tiştek erêniye. Hêvîdarim ku di demek kurt de ev rewşa awarte biqede û em dengê zarokan li ser kolanan bibihisîn."
 
‘Aborî bandorê li ser hemû ferdên civakê dike’
 
Yesîre Îlîş temenê wê 38 e û dayika 5 zarokan e. Yesîre da diyarkirin ku ew di pêvajoya karantînayê de pirsgirêkên mezin jiyan dikin wiha got: “Ji xwe di aliyê aborî de ji em zoriya dikişînin. Tê zanîn ku ev bandora xwe li hemû ferdên civakê dike bi taybet ji dayikan. Ev ji dibe sedem ku dayik di aliyê derunî de ji zarokan re nebe arîkar ku zarok ji me zêdetir zoriyan dikişînin. Lewra di aliyê perwerdeyê de ji dikevin astengiyan. Em hem nikarin bibin arîkar û ew ji nikarin li ser bixebitin.”
 
‘Di aliyê perwerdeyê de zarok pirsgirêkan dijîn'
 
Zeynep Sevînç ku temenê wê 32 salî ye xwedî 3 zarokanin. Zeynep got ji bo zarokan ev pêvajo wê bibe sedema ji jiyana perwerdeyê dûrketinê. Zeynep wiha berdewamî da axaftina xwe: “Perwerdeya ji dûr a tê dayîn qet faydeyek nade zarokan. Li dijî wê wan ji perwerdeyê dûr dixe. Di malde derfetên weke telefon, tablet yan ji bîlgîseyar tunene. Li rexa wê ji înterneta me tune ne û hebe ji em  nikarin mesrefa wê pêşwazî bikin. Ev 3 mehe di mal de kes kar nake. Gelo em ê çawa bikaribin van mesrefan pêşwazî bikin. Di nava qelebalixê de ji nikarin adepte bibin. Li gorî min keda wan ji vale diçe û weke ku îsal qet perwerde nedîtin hesab e. Hêvîdarim ku ev kêmasî cihê wan were dagirtin.”