ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN

  • 09:00 19 Gulan 2020
  • Rojev
*Modernîteya Kapîtalîst bi salan e li hember mirovahiyê bi rê û rêbazên cuda serweriya xwe mayinde dike.  Ji bo mayindekirina  hebûna xwe, civakê hedef digire û dike xizmeta berjewendiyên xwe.
 
*Zarokên ku li kolan û kuçeyan dibûn rengê biharê ji ber vîrûsa koronayê îsal kuçe û kolan vala man. Dayikan diyar kirin ku zarok 24 saetan li malê ne û ev tişt pirsgirêkan jî bi xwe re tîne û got: “Ji bo em van pirsgirêkan ji holê rakin pêwîste projeyên bi bandor ji bo zarokan werin pêşxistin." DÎMEN HEYE
 
* Jinên ku Kooperatîfa Tenûra  li Til Temirê bi rê ve dibin, derbarê keda xwe ya salekê de axivîn û wiha gotin: "Di vê salê de jî şerê me yê li hember hişmendiya mêrê ku dixwaze rola jinê pûç bike ranewestiya, ruxmî wê jî me gava xwe avêt û derfetên cuda ji jinan re afirandin."DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredarên navçeyên Hezex, Cizîr û Silopiyê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û gotin tayîn kirina qeyûman darbeye û ev tiş anîn ziman: “Ew nikarin vîna me xesp bikin. Bi tayînkirina qeyûman destkeftî û keda jinê tê talankirin." DÎMEN HEYE
 
*Malbatên şehîdan yên herêma Efrînê, derbarê projeyên xwe yên çandiniyê de wiha gotin: “Çandinî di jiyanê de jêderkeke bingehîn e. Divê em xwedî li berhemên xwe derkevin. Gelê Efrînê her di nava çandinî û şînkahiyê de dijîn û dikarin kedeke pîroz di vî alî de pêşkêş bikin. ” DÎMEN HEYE
 
*Qeyûmê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, 18 mal û milkên şaredariyê bi rêya îhaleyê derxist firotinê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag bertek nîşanê rewşê da û got bûne şahid ku pergala îhaleyê nêlêrtiyan çawa derdixe holê û got: “Bi encumenên dijqanûnî hilbijartine, dixwazin biryara derbixin.”
 
* Nesrîn Demîr ya di temenê biçûk de ji dibistanê hat girtin û piştre hat zewicandin, tu car dest ji xeyalên xwe berneda. Nesrînê dukana xwe vekir û berhemên keda destên xwe firot û ligel vê jî ji bo gelek jinan qada îstîhdamê afirand.DÎMEN HEYE
 
*Fatma Nezîrî ya piştî êrîşa bombeyî ya Talîban birîndar bû û ji bo dermankirinê neçar man koçî Tirkiyeyê bikin, li Enqereyê jî şahidiya êrîşa bombeyî dike. Fatmayê da zanîn ku li Tirkiyeyê jinên penaber du caran zehmetiyan dikşînin û got erdnîgarî cuda bin jî şopa şer li ser jinan e.DÎMEN HEYE
 
*Kampanya Malbatên Xwişk û Bira a HDP’ê, li Stenbolê Ayşen û Harbiyeyê anî cem hev û piştevaniya di navbera gelan de bi kamyanyayê pêş xist.