Li Rojava find li goristana pakrewanan hat vêxistin

  • 08:20 19 Gulan 2020
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 18'ê Gulanê Roja pakrewanan, li seranserî Rojavayê Kurdistanê li goristana pakrewanan find hat vêxistin.
 
Ji duh ve bi boneya 18'ê Gulanê Roja pakrewanan, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalekiyên bîranînê tên li darxistin. Duh şev jî li bajarê Qamişlo, Dêrîk, Til Temir û Tirbespiyê li goristana pakrewanan find hat vêxistin û pakrewanên azadiyê hatin bîr anîn. 
 
Pakrewanên azadiyê li bajarê Qamişlo hatin bîranîn
 
Meclîsa Malbatê şehîdan a Kantona Qamişlo bi boneya 18’ê Gulanê roja pakrewanan, duh serî siharê li goristana Delîl Saroxan daxuyanî dabûn û duh şev jî find li goristana pakrewanan vêxistin û  pakrewanên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha di bîranînê de malbatên pakrewanan, sazî û dezgehên civaka sivîl amadebûn.
 
Hevrêyên cangoriyên azadiyê li Til Temirê find li goristanê vêxistin
 
Bi boneya vê rojê her sal Gelê Kurd vê rojê tevahî şehîdên azadiyê ku di şoreşa azadiya gelan de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin. Malbatên şehîdan a navçeya Til Temir, pakrewanên azadiyê li ser gora wan li goristana şehîdên Til Temirê û goristana Şehîdên Aşûriyan ku li gundê Til Şinan dikeve, bibîr anîn û find li ser gorê wan vêxistin.
 
Bi boneya roja pekrewanan li bajarê Dêrikê find hatin pêxistin
 
Bi boneya 18'ê Gulanê li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê find li goristana Xebat Dêrîk hat vêxistin. Di bîranînê de bi dehan malbatên pakrewanan û saziya malbatên şehîdan amadebûn.    
 
Li navçeya Tirbespiyê pakrewan hatin bîranîn
 
Bi boneya 18‘ê Gulanê Roja pakrewanan, Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê li goristina şehîd Dilşêr ya gundê Dugir bi tevlîbûna bi dehan malbatên şehîdan daxuyaniyek dan û pakrewanên azadiyê bi bîr anîn. Piştî daxuyaniyê li goristanê find hat pêxistin.
Her wiha li Kantona Kobanê jî li goristana şehîd Dîcle find hatin vêxistin.