Agir bi zeviyên gundê Kobanê xistin

  • 18:09 18 Gulan 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Dewleta tirk ev du roje bi topan êrîşî gundê Borazê yê girêdayî Kantona Kobanê dike û zêviyên welatiyan tê şewitandin.
 
Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê ji duh ve bi topan êrîşî gundê Borazê yê girêdayî Kantona Kobanê dikin û di encama topan de zeviyên welatiyan dişewite. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin êrîşên
dewleta tirk hîn jî berdewam dike.
 
Hêjayê bi bîr xistinêye ku dewleta tirk herî dawî di 15'ê gulanê de car din bi topan êrîşî gundê Rîhaniyê û Fêseliyê yên Til Temirê kir û agir bi zeviyên gundiyan xistibû. Her wiha dewleta tirk di 17'ê Gulanê de jî êrîşî Şêrewa û Şera ya girêdayî herêma Efrînê kiribû û di encamê de zeviyên genim şewitibûn.