Berteka li hemberî qeyûman: Em natirsin û îtaat nakin!

  • 16:53 18 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wiha hat gotin: "Em bêdeng nabin natirsin û îtaat nakin.”
 
Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek bajaran hat şermezarkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê “darbeya AKP’ê” ye. HDP’iyan di çalakiyan de diyar kir ku dê li dijî polîtîkayên qeyûman bêdeng nebin û heta desthilta AKP’ê di paş de gav navêje têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Li Sêrte daxuyanî hat dayîn
 
Meclîsa Jinê ya HDP’ê, li ber Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Sêrtê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Dersîm Dag, Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Nûran Îmîr, Remziye Tosûn û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin tevlî daxjuyaniyê bûn. Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye û hevşaredarên wan ên ku hatine binçavkirin hê jî derneketine dozgeriyê. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku li gel ku hemû dinya bi vîrûsê mijûl re mijûl dibejî desthilat bi kurdan û desketiyên wan re mijûl dibe û wê nikaribe wan ji gelê wan dûr bixe.
 
Piştî Songul, Berdevka Meclisa Jinê HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî axaftinek kir. Başaran, diyar kir ku jin dengê xwe li dijî siyaseta qeyûm bilind dikin û wiha got: “Bi vê siyasetê vîna kurdan tune tê hesibandin. Di heman demê de ev li dijî hevserokatiyê ku li hemû dinyayê mînak e jî êrîş e. Heta hatine nûnertiya wekheviya, ji tevgera femînîst û ji tevgera jinên kurd jinan bedel daye.” Piştî axaftina Ayşeyê dûrişmeya “Em bêdeng nabin natirsinû îtaat nakin” hat berzkirin û bi qasî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Jinan di çalakiye rûniştinê de jî dûrişmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Hevseroktî xeta me ya mor e” berz kirin.
 
Tayînkirina qeyûman li Mêrdînê hat protestokirin
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Mêrdînê jî li navçeya Qoserê tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tevlî çalakiyê bûn. Polisan xwest bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiya Mêrdînê destûr nedin çalakiyê. Li ser vê yekê nîqaş derket û polisan vîrûsa koronayê jî ji astengiya xwe re kirin hincet. HDP’iyan bi gotina “ka hûn li halê xwe binêrin” bertek nîşanî polisan da. Piştî vê bertekan HDP’iyan polisa berdevkan dan ber devê xwe.
 
Li gel vê nîqaşê jî HDP’iyan çalakiya xwe li dar xist û daxuyanî dan. Parlamenter Pero Dundar, axaftinek kir. Pero, di destpêka axaftina xwe de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik ku dema Darbeya 12’ê Îlonê li Zîndana Amedê li hemberî zextên li ser gelê kurd laşê xwe dabûn ber agir û jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Pero, da zanîn ku AKP’ê bi tayînkirina qeyûman darbe kiriye û got ku çawa li dijî darbeya 12’ê Îlonê rawestiyane dê li dijî darbeya AKP-MHP’ê jî rawestin.
 
Li Amedê qeyûm hat şermezarkirin 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê çalakî li dar xistin. Li gel hemû astengiyên polisan jî HDP’iyan çalakî li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê HDP’ê yê Bajar Zeyat Ceylan, axaftinek kir. Zeyat, destnîşan kir ku AKP dagirkirina şaredariyan didomîne û got ku dê li diJî polîtîkaya qeyûman bêdeng nebin. Ji bilî navendê li navçeyên Licê, Karaz, Pasûr û Hênê yên Amedê jî li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin.
 
Qeyûm li Hatayê hat protestokirin 
 
Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî li pêş avahiya HDP'ê ya Navçeya Dortyolê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Dortyolê Hidir Simli, diyar kir ku îqtîdarê vîna gel xezp kiriye û ew vê yekê qebûl nakin.