Tulay Hatimogullari: Li dijî bêedaletiyê em ê bibin dengê edaletê

  • 15:43 18 Gulan 2020
  • Rojane
 
EDENE - Di daxuyaniya Rêxistina HDP'ê ya li Yuregirê ya li dijî tayinkirina qeyûman de parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogulari axivî. Tulayê got:"Li dijî bêedaletiyê em ê bibin dengê edaletê."
 
Rêxstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê li ber avahiya Yuregir a HDP'ê xwest daxuyaniya çapemeniyê bide. Polîsan Vîrusa Koronayê hincet nîşan da û xwestin asteng bikin. Li ser israra HDP'yan li ber avahiya HDP'ê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Yên hatine hilbijartin îradeya me ne dest wan nede" hat vekirin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakaş di daxuyaniyê de got:"Destên xwe dînin ser wicdanê xwe û bipirsin bêjin ka em diçin ku derê. Ev zilm e."
  
Banga têkoşîna bi hev re 
 
Parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogulari kesên di 18'ê Gulana 1982'an de li Zindana Amedê jiyana xwe ji dest dan û Îbrahim Kaypakkaya bi bîr anî û got:"Tayinkirina qeyûman darbe ye. Li dijî vê darbeyê têkoşîna hevpar girîng e. Tehemula îktidarê ya li dijî piştevaniya toran tune ye. Hesbên şaredariyên mezin tên blokekirin û alîkariya ji bo mexdûrên pandemiyê asteng dikin.Li dijî bêedaletiyê em ê bibin dengê edaletê."