Li dijî efûya êrîşa zayendî dê derkevin kolanan

  • 15:15 18 Gulan 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Dê di i 20'ê Gulanê de, Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi dirûşmeya “Efûya êrîşa zayendî nabe!" derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin. 
 
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bi boneya balê bikişînin ser pêşnûmeya Zagona Efûya îstîsmarê ku AKP û MHP dixwazin wê bikin zagon û êrîşa zayendî rewa bikin, dê bi dirûşmeya “Efûya êrîşa zayendî nabe!" di 20'ê Gulanê de derkevin kolanan û çalakiyan li dar bixin. 
 
Jin dê li Stenbol, Antakya, Kocaelî, Îzmîr, Enqere, Mugla û Didimê bi qurdeleyên mor dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin. Jin dê zincîrên mirovan ava bikin û li dijî pêşnûmeya zagona efûya êrîşa zayendî bertekên xwe bînin ziman. 
 
Jin Bi Hevre Bi Hêz in, bang li hemû jinan kir ku her kes li dijî efûya îstîsmarê û zagona înfazê dengê xwe bilind bikin. Jinan anîn ziman ku li dijî vê feraseta ku îstîsmarkaran serbest berdin bêdeng namînin û li dijî vê yekê di nava çalakiyan de ne.
 
Jin dê Îskeleya Emînonu ya Kadikoya Stenbolê, Qada Ugur Mumcu ya Antakyayê, Pêş Xana Kar a Şaredariya Kocaelî, Îskeleya Karşiyaka ya Îzmîrê, saet di 19.00’an de kom bibin. Li aliyê Ziya Gokalp a Şaredariya Çankaya ya Enqereyê saet di 12.30’an de, li pêş Banka Garantîya Menteşe ya Mugla û Qada Bajar a Dîdîma Aydinê saet di 17.30’an de kom bibin.