Hevşaredarên Êlihê : Qeyûm gel ceza dike

  • 13:40 18 Gulan 2020
  • Rojane

ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr bertek nîþanî pêkanînên qeyûman da û gotin:"Xebatên di serdema me de dihatin astengkirin. Niha jî bi manîpulasyonên qeyûm dixwazin hin tiþt werin kirin. Lê hemû agahiyên þaþ in. Divê me tesîsa ku di gelek waran de di nava salekê biqedanda, lê ji ber astengiyan me neqedand. Pişt re jî qeyûm hat û ewilî ev miduriyeta tesîsan girt.”

Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî þûna wan hat kirin têkildarî girtina Miduriyeta Tesîsan ku di þûna wê de Miduriyeta Werzîþê vekirin daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Hevþaredaran di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku qeyûm bi agahiyên þaþ xelkê agahdar dike û wiha gotin: “Manîpulasyonên qeyûm ên xelkê rast agahdar nake didomin. Qeyûm gel ceza dike. Xebatên di serdema me de dihatin astengkirin. Niha jî bi manîpulasyonên qeyûm dixwazin hin tiþt werin kirin. Lê hemû agahiyên þaþ in. Divê me tesîsa ku di gelek waran de di nava salekê biqedanda, lê ji ber astengiyan me neqedand. Pişt re jî qeyûm hat û ewilî ev miduriyeta tesîsan girt.”