Li Rojava pakrewanên 18'ê Gulanê hatin bîranîn

  • 12:36 18 Gulan 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Pakrewanan li seranserî Rojavayê Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn û pakrewanên şoreşa azadîyê hatin bîranîn.  
 
Îro bi boneya Roja Pakrewanan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî tê dayîn. Bi vê boneyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo, Dêrik û Til Temirê li ber Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî dan, di daxuyaniyan de bi dehan malbatên şehîdan amade bûn.  Her wiha li herêma Firatê daxuyanî hat dayîn û li bajarê Kobanê li Goristana Şehîd Dicle daxuyanî hat xwendin. 
 
Daxuyaniya herêma Cizîrê wiha ye:
 
"Şehîd ew in ku riya gelan ber bi azadiyê, demokrasiye û rizgarkirina ji zilimê ve dibin. Şehîd canê xwe yê giranbuha ji bo gelê xwe feda kir, da ku gelê me bi azadî û rûmet bijî. Meha Gulanê bûye şahidê şehadeta yek ji pêşengên mezin di dîroka tevgera azadiyê de rêheval Hakki Karer ku berî her kesî xwîna xwe ya zelal ji bo tovê azadiya gelan ser xaka Kurdistanê rijand. Bi vê helwestê fedakariya bêhempa a meha Gulanê veguherî dilsoziya bi doza şoreşgeriyê. Şehadeta van cangoriyan di Rojhlata Navîn de guhertineke bingihîn di civaka demokratîk de çêkir. Li hember dagirkeriya dijmin têkoşîna azadiyê  dan meşandin. Gelê me li hember zilmê serî netewand û riya berxwedanê hilbijartin. Dîroka me bi fedakiriyê tê nasîn, bi şehadeta van pêşengan rêya azadiyê hat diyarkirin û mayindekirin. Tevahî gelê Rojhilata Navîn bi vê dozê bawer bûn û ji bo pêkanîna hêviyên xwe zarokên xwe fedayi xaka pîroz kirin.
 
Gelê me û gelê herêmê serî li hember zulmê, koletiyê û dagirkeriyê rakirin û riya berxwedan
 
û azadiyê hilbijartin û li hemberî zordestî û paşverûtîyê têkoşîya. Dîroka gelê Kurd a nûjen a ku bi berxwedan û fedakariyê tê naskirin, bi şehadeta pêşengên cangorî rêçeke nû ji berxwedanê re hate vekirin. Ev îradeya ji pola, berxwedan û şehadeta rêheval Hakki Karer û hemû hevalên wî bû sedema vekirina rêyek nû ji berxwedan û fedakariyê re ya ku gelê me û hemû pêkhateyên bindest yê Rojhilata Navîn pê bawer bûn.
 
Em wekî Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Cizîrê di vê roja bîranînê de, di kesayeta rêheval Ş.Hakki Karer, Ş. Mihemed Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn, her wiha Şehîdên zîndana Amedê yên ku
bedena xwe dane ber agir û rêya azadiyê bi çirûskê canê xwe ronî kirin Ferhad Kurtay, Necmî Onen,Mehmûd Zengîn û Eşref Anyik û hemû Şehîd û cangoranên YPJ/ YPG'ê, QSD'ê û hemû Şehîdên şoreşaazadiya gelan di Bakûr- Rojhilatê Sûrîyeyê de em wan bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna giyanên wanên pîroz ditewînin. Û her wiha hemû destkeftîyên ku di şoreşa Bakûr- Rojhilatê Sûriyeyê de hatinbidestxistin berhema xwîn û keda Şehîdan e. Bi felsefe û riya berxwedanê ya ku ji xwe re hilbijartin, jibo wê têkoşîn kirin û canê xwe feda kirin.Em weke Meclisa Malbatê Şehîdan soz didin ku em ê bibin parezvanê xeta şehîdan. Em ê xeyalên wan temam bikin û ji bo wan têkoşîn bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma dilsoziya pakrewanan bi dawî bû.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kobanê daxuyanî da
 
Di Dîroka gelê Kurd e meha Gulanê xwedî cih û nirxekî pîroz e. Ji ber ku meha Gulanî bi giştî ya şehîdan e û 18'ê Gulanê bi taybet roja şehîdan e. Gelê Kurd her sal di kesayeta pêşeng û şehîdê yekem yê Tevgera Azadiya Kurd Heqî Karer, hemû şehîdan bi bîr tînin. 
 
Di vê çarçoveyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê li Goristana Şehîd Dicle kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Daxuyaniya ku ji aliyê endama meclîsê Ronahî Ehmed ve hat xwendin wiha ye: "Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan 18'ê Gulanê di kesayeta heval Hakki de bi bîr tînin û vê rojê li tevahî şehîdan pîroz dikin. Ev roj cejna şehîdan e roja şehadeta heval Hakki şehîdê yekemîn yê tevgera azadiyê ye, loma ev meh ji bo Gelê Kurd pîroz e. 
 
Heval Hakki di tevgera azadiyê de ji bo hemû gelên bindest bû sembol. Di tevgera şoreşa Kurdistanê de şoreşgerê heqîqetê ye, felsefeya wekheviya gelan e, parêzvanê çanda Rojhilata Navîn e. Ev têkoşîna 43'ê salan e berdewam e ku bi hezaran keç û xortên tevgera mirovahiyê bi çanda heval Heqî çûn şehadetê. Em weke malbatên şehîdan zihnîyeta înkarker êdî qebûl nakin û em ê şopdarên şehîdên xwe bin. Şehîd di çanda Rojhilata Navîn de pîroz in, li gel mirovan û li gel xwedayê yezdan jî. Dewletên faşîst ji têkoşîna şehîdan ditirsin loma gorên şehîdan xerab dikin, hestî û laşên wan winda dikin. Em malbatên şehîdan nirxên xwe biparêzin."
 
Malbatên Şehîdan li Şehbayê pakrewanên gulanê bi bîranîn
 
Bi boneya 18'ê Gulanê Roja Pakrewanan, Meclîsa Maltanên Şehîdan ên Efrîn û Şehbayê li goristana berxwedana Serdemê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de endam û malbatên şehîdan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Ebdo ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rêber Apo dibêje: 'Her tişt me mecbûr dike ku em bibin şehîdên rast ên nirxên rast' li ser vê bingehê dîroka Kurdistanê, dîroka berxwedan û Şehîdan e. Her ku zordarî li Kurdistanê hebe wê demê Şehîd jî bi xwîna xwe dibin parêzvanên gelên xwe. Dibin çiyabendên li hember faşîzman. Ji bo ku dîrok û çanda kurdan ronak bimîne û li hember siyaseta tunekirinê, zarokên me xwe kirin çirusk û rêya azadî û berxwedanê bi xwîna xwe neqişandin û hê dineqişînin. 
 
Ji Hakki Karer, Mazlum Dogan, Egîd heta Zîlan, Bêrîvan, Bêrîtan, Arîn, Avesta Karker, Kendal û Barînan her roj ala serkeftinan bilind dikin, doza heqîqetê, nirxên mirovahiyê diparêzin û ji nû ve vedijînin. Şehîdên me yên nirxên mirovahiyê ji tarîtiya vê serdemê diparêzin, her roj rastî kîn û nefreta faşîzma tirk tên, nijadperestiya tirk li Bakurê Kurdistanê û Efrînê goristanên şehîdan diruxînin û dest davêjin termên Şehîdan û ev kiryar ji kiryarên dijmirovî yê li pêş çavên cîhan û saziyên mafên mirovan pêk têne. 
 
Em wek Saziyên Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê dibêjin şehîdên me pêşengên me ne. Em ji dil û can vê roja pîroz hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Em soz didin heya kêliya dawiya jiyana xwe, em ê şopdarên xwîna zarokên xwe bin, çi bedel dibe bila bibe em ê tekoşîn û projeya netewa demokratîk a wekheviya gelan li her deverê belav bikin û pêk bînin û çawa zarokên me bi xwîna xwe yekîtiya kurdan li çiyayên azad, li Şengal, li Kobanê û Efrînê ava kirine, em ê jî wan hêvî û xeyalên zarokên xwe yên azadî û serfiraziyê pêk bînin û Efrîn û hemu deverên Kurdistanê rizgar bikin û Rêber Apo azad bikin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.