‘Ji bo Cerenek din nemire em ê piştevaniya xwe bidomînin’

  • 09:08 18 Gulan 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Endama Meclîsa Şardariya HDP’ê ya Qelqeliyê Sakîne Kutpinar, da zanîn ku di pêvajoyeke ku şîdeta li ser jinê û kuştinên biguman dihatin jiyîn de qeyûm hatine tayînkirin û vê jî pêşî li xebatên jinan digire. Sakîneyê got: “Em ê bibin dengê Cerenan. Ji bo Cerenek din nemire em ê piştevaniya jinan bidomînin.”
 
Li Wanê di 5 mehên dawî de gelek jinî bi awayekî guman an jî bi gumana întîxarê jiyana xwe ji dest dan. Li Tuşbayê di 12’ê Çile de L.A, dîsa heman navçeyê li taxa Bey Uzum di 28’ê Çile de Suphan Boz, li Erdîşê di 31’ê Çile de Dîlek E, dîsa li heman navçeyê di 11’ê Sibatê de Bîlge Erbaş bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li taxa Îstasyonê ya Qelqeliyê di 8’ê Gulanê de jina bi navê Ceren Atli li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Pirsnîşanên der barê mirina Cerenê de hîna nehatine aşkerakirin. Endama Meclîsa Şardariya HDP’ê ya Qelqeliyê Sakîne Kutpinar çû serdana malbta Cerenê û der barê mijarê de agahî girt.
 
‘Di mehekê de ji yekê zêdetir întîxar pêk tên’
 
Sakîneyê destnîşan kir ku li navçeyê mirinên bi guman pir zêde tên jiyîn û piranî jî tên îdiakirin ku întîxare û got: “Şîdeta li ser jinan a li herêmê pir kêm di çapemeniyê de tê dîtin. Mînak li Qelqeliyê di mehekê de ji yekê zêdetir întîxar tên jiyîn. Em jî li ser derfetan diçin serdana malbatan û hewl didin agahiyan bigirin. Di hevîtina bi malbata Cerenê de jî malbatê îfadeyên wekê ‘tu pirsgirêka wê tunebû’ bi kar anîn. Balkêşe ku di bûyerên din de jî îfadeyên wek yên malbata Cerenê tên bikaranîn. Lê em dizanin ku ger pirsgirêk tüne be mirov întîxar nakin. Ceren jinek ciwan ya 18 salî bû. Hemû jiyana wê ji malê pêkan bû. Piştî vê îdiayek derket holê. Yek ji van îdiayan ev bû ku malbatê xwestiye Cerenê bi zor bizewicîne. Me ev ji malbatê pirsî lê mixabin red kirin.”
 
‘Tu projeyek der barê jinan de nayê qebûlkirin’
 
Sakîneyê destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariya HDP’ê hatiye kirin gelek proje nîvco mane û got: “Me dema dest bi peywirê kir me li taxa xebat meşand. Li dijî şîdeta li ser jinan, der barê îsthîhdam û aboriyê de me pisgirêk tespît kirin. Lê piştî qeyûman jî xebatên me hatin astengkirin. Mala Çan û Mîvanxaneyê ya Jinan a Çilkezî jî hat girtin. Em ê li dijî polîtîkayên dewletê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo Cerenek din nemire em ê dengê xwe bilind bikin.”