Eren Keskîn: Ev kevneşopiya dewletê ye

  • 09:07 18 Gulan 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi salan e li dijî windahiyên di bin çavan de têdikoşe û bi nasnameya xwe ya parastina mafên mirovan tê zanîn. Erenê diyar kir ku windakirin, ji Teşkîleyî Mahsusa heta îro, kevneşopiyeke dewletê ye.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn der barê 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Windayên di Binçavan de axivî. Erengê da zanîn ku li erdnîgariya lê dijîn rêbaza windakirinê ji 1915’an Qirkirian Ermeniyan, Suryanî û Xiristyanan destpê dike û got: “Ev sûc ji aliyê Tekşîlati Mahsusa ve hat anîn û ji aliyê teşkîlata taybet ve jî hat kirin. Di çarçoveya van sûcan de gelek cenazeyên mirovan nayên zanîn ku li ku ne. Di heman demê de ev dem bi dem pêk hatine. Lê herî zêde di salên 1990’î de pêk hatine. Mêjiyê dewletê ev sûc pêk anî. Em dikarin bêjin JÎTEM, kontra gerîla, an jî dewleta kûr.”
 
‘Aktorên girîng yên polîtîkaya taybet ligel desthilatdariyê ne’
 
Erenê bi lêv kir ku heta îro gumanbarên windahiyan nehatine dîtin û wiha pê de çû: “Aktorên girîng yên polîtîka windakirina di bin çavan de yên salên 90’î îro ligel desthilatdariyê cih digirin. Îro dîsa dîmenên ku kevneşopiya Teşkîlatî Mahsusa bibîr dixin tên weşandin. Bi taybet jî hinek rêxistinbûnên bi destê Ocaxên Ulku, Ocaxên Alperen û SADAT tên avakirin tirsê diafirînin.Yanî bi aşkera tehdîd dikin.”
 
‘’Ev polîtîkayeke dewletê ye’
 
Erenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di bin çavan de windakirin, tunekirin û polîtîkayên tisandê yek ji parçeyek polîtîka dewletê ye û wiha berdewam kir: “Ji ber ev polîtîkayeke dewletê ye, Komara Tirkiyeyê jî îmze navên Peymana li Dijî Windakirinên Dibinçavan de ya Neteweyên Yekbûyî (NY)ê. Ji ber ku vê îmzeyê bavêje, wê di bûyerên windakirinê de demborî pêk neyê.”
 
‘Dayikên Şemiyê çalakiya herî rewa dikin’
 
Erenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê û got çavkaniya têkoşîna wan ÎHD ye û  wiha berdewam kir: “Li ÎHD’ê di encama civînên hatin kirin de, Dayikên Şemiyê wek avabûnekê derketin holê. Di 1995’an de Dayikên Şemiyê çalakiya sivîl a herî rewa dan destpêkirin. Dewletê dem bi dem ev rewabûn qebûl kir. Tevî hemû astengiyan rastiya windayan li hemû cîhanê hat bihistin.”