'Jin bi keda xwe ya bi salan jiyanê diafirîne'

  • 09:06 18 Gulan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Bi hatina demsala havînê re koçberên kampa Waşûkanî zehmetiyên germahiyê dijîn. Besîma Dawûd ji tunebûnê hebûnê diafirînê û dibêje: "Ji bo xwe û hemû koçberan termûzên bi paç çêdikim. Jin bi keda xwe ya bi salan jiyanê diafirîne."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, ji bo bicihkirina koçberên Serêkaniyê Rêvberiya Xweser di 22’ê Cotmehê de Kampa Waşûkanî ava kir. Bi hatina demsala havînê jî koçber rastî zehmetiyan tên, lê bi hebûna jinan pirsgirêkên wan hinek jê tên çareserkirin. Jina bi navê Besîma Dawûd a 45 salî ye, ji Kurdên Êzidî ye û li Serêkaniyê dijiya piştî êrîşên dewleta tirk koçber bû û  li kampa Waşûkanî a girêdayî Kantona Hesekê bi cih bû. Besîma di derfetên xwe  bi paçan termûzên avê çêdike. Besîma têkîldarê afrîneriya xwe ji ajansa me re axivî.
 
'Êrîşên dewleta tirk qirkirina gelên herêmê hedef dike'
 
Besîma di destpêka axaftina xwe de êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Êrîşên dewleta tirk li Serêkaniyê ne tenê li ser Gelê Kurd bû, li ser tevahî gelên herêmê bû, niha di vê kampê de kurd, ereb  dijîn, zehmetî û pirsgirêkên ku koçber rastî wê tên hemû sûcê dewleta tirk a dagirker e."
 
'Koçberî sûcê hovîtiya dewleta tirk a dagirker e'
 
Besîmayê diyar kir ku zehmetiyên ku ew dijîn sûcê dewleta tirk e û wiha domand: "Dewleta tirk li dijî ola îslamê ye, ew bi navê ola îslamê êrîş dike û dixwaze reş bike, lê tu girêdana wî bi mislimantiyê tune ye.  Em îsal rojiya xwe di kampê de digirin, eger mislimantî nas bikira dê me ji malên me koçber nekira, zehmetiyên em dijîn hemû sûcê hovîtiya dewleta tirk a dagirker e."
 
'Ji tunebûnê hebûnê didim afirandin'
 
Besîmayê balkişand ser hatina havînê û germahiya wê û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Hatina havînê ji bo me gelek zehmet e, di bin konan de germahiya zêde em dijîn, ji bo koçberan ava cemidî tune ye, lê min xwest ji tunebûnê hebûnê bidim afirandin û ji bo xwe û hemû koçberan jî termûzê bi paç çêdikim."
 
'Jiyana komînal di şexsê jinan de pêş dikeve'
 
Besîmayê çêkirina termûzê bi paç anî ziman û wiha domand: "Paç jî Rêveberiya Xweser li me belav kir ji bo ku em li ser hesîran deyînin û ser rûnin, em ji van paçan tînin û derdora Termûz didûrin û ji bo xwe çêdikin. Min gelek jin fêr kir û em bi hev re ji koçberên din re termûzê avê çêdikin. Niha jî her kes fêde jê digire û ava cemidî vedixwe. Em bi rihê jiyana komînal tev digerin û zindî dikin."
 
'Jin li ku derê be jiyanê diafirîne û dixemlîne'
 
Besîmayê destnîşan kir ku jin jiyanê diafirînê û wiha got: "Jin li ku derê be, jiyanê diafirîne, ji ber di her zehmetiyekê de çareseriyek heye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û me li hember zehmetiyan xeta berxwedanê hilbijêrin."
 
'Serêkaniyê ji mafê me yê xwezayî ye'
 
Besîmayê bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan kir ku rê li ber êrîşên dewleta tirk were girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Serêkaniyê ji mafê me ye, me bi ked û xwêdana xwe daye avakirin, em dixwazin vegerin malên xwe."