HDP’ê bi kampanyaya xwe bi 10 hezar malbatan re têkilî danî

  • 09:05 18 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku wan di çarçoveya “Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira” de li Amedê piştgiriya deh hezar malbat kirine û anî ziman ku bi saya wê kampanyayê hem gel bi hev re bûne alîkar û hem jî di nav wan de torên  piştevaniyê hatine avakirin.
 
Partiya Demokratîk a Gelan di 5'ê Nîsanê de li dijî Vîrûsa Koronayê û ji bo aborî û piştgiriya gel kampanyaya bi navê'Malbata Xwişk û Bira' dabû destpêkirin. Der barê vê kampanyayê de Hevseroka  HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik  nirxandin kir. Hulyayê anî ziman ku wan heta niha li Amedê di çarçoveya vê kampanyayê de bi 10 hezar malbatan re têkilî danîne.
 
'Desthilatdar li şûna alikariyê bidin ji gel alikariyê dixwazin'
 
Hulyayê diyar kir ku berî rewşa pandemiyê xebatek bi wî awayî dane dest kiribûn û wiha got:"Di serî de xebatek me hebû û me alîkarî dida kesên temen mezin û kesên 65 salî ne. Piştre bi derketine şewba koronayê ji bo alikariya gelê kurd me pêdivî dît û di 5'ê Nîsanê de bi vê kampanyayê re  me dest bi alîkriyê kir. Me li her devera Amedê dest bi tespîta malbatên pêdiviya wan bi piştgirî û alîkariyê heye kir û ev têkilya me bi gel re didome. Her wiha ji ber şewba koronayê tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Lê desthilatdar di vê pêvajoyê de li şûna alîkariya gel bike ketiye şûna gel û alîkarî xwestiye. Me bi rêya kampanyaya xwe bi 10 hezra albat re têkilî danî”
 
'Ev kampanya di heman demê de ji bo piştgiriya gel e'
 
Hulya bilêv kir ku ev Kampanya ne tenê di hêla aboriyê de ye di heman demê de ji bo piştgiriya gel wekî erka pirê dibîne. Hulya anî ziman ku gel ji HDP’ê bi hêvî ye û ev tişt got: “ Gelek serlêdan ji bo me hene. Bi taybetî jî meclîsên taxan û rêxistinên me di vê mijarê de roleke girîng lîstin. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê em gihiştin piraniya kesan û me dîk ku hejarî di vê demê de hin bêtir zêde bûye. “
 
'Dewlet dixwaze hemû tişt di nav lepên wî de bin'
 
Hulyayê bal kişand ser helwesta hikûmetê û diyar kir ku hikûmet dixwaze hemû tişt destê wê de bin û wiha axivî:"Hikûmet naxwaze ji xeynî wê tu sazî, şaredarî û komele alikariyê bikin. Ango ji aliyek din dixwaze ev çerx bimeşe ji  aliyek din jî dixwaze ev xerc ji kaseya modernîteya demokratîk dernekeve. Ji bo ku HDP ji gelê re nebe alikar astengî derxist û derdixîne. Her wiha hikûmet û rayedar berpirsiyariya xwe ya dewletbûnê naynin cih. Hikûmet di şûna piştevanî û alîkariyê de zextê li muxalefetê û gel dike û dixwaze her kes girêdayî wan be.”
 
'Divê zêdetir piştgirî bê kirin'
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku her çiqas tevlîbûna kampanyayê zêde jî be dîsa têrî nake û wiha axivî: "Kampanyaya me didome lê bêhtir pêdivî bi alikariyê heye. Em bi qasî dikarin em ê peywendiya xwe bi gel re çêkin û ji gelê re hem di milê aboriyê de bibin alikar hem jî bi piştgiriyê ji hev re bibin moral."