Yuksel Almaz: Êrişên li ser Goristanan feraseta hikumetê eşkere dikin

  • 09:04 18 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz têkildarê êrişên li ser goristanên şehîdan tên kirin axivî û wiha got: “Êrişîşî goran dikin. Dixwazin bi vî rengî hest û hêviyên malbatan bişkînin. Bi salan e ev êriş cuda cuda tên kirin. Em ne biyaniyên van êrîşan e. Feraseta hikumetê di vir de eşkere ye. Dixwazin kurdan bi nirxên wan bidin şkandin.”
 
Di navbera mehekê de êrişî gelek goristanên şehîdên PKK’ê hat kirin. Li bajarên Colemêrg, Wan, Mûş, Êlih, Çewlik û Şirnexê qereqolê gef li malbatên şehîdan xwar, goristanên miriyên wan texrîp kirin û xira kirin. Lewra li gorî xalên qanûna bingehîn yên  hejmar 13, 15, 17 û 20’an êrişên hikumetê ên li ser goristanan suc tên qebul kirin. Hevseroka  Komeleya Çand û Yekitiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Jêderka Medeniyetê Winda Kirine (MEBYA-DER ) Yuksel Almaz têkildarê gef û êrişên hikumetê ên li ser goristanan axivî û got ev nêzîkatî nîşaneya feraseta hikumetê a li dijî kurdan e.
 
‘Êriş tim berdewam in, tenê rêbaz tê guhertin’
 
Yukselê, got em ji  êrişên hikumeta Tirkiyê re ne biyanî ne, êrişên wan tim berdewam in. Tenê rêbaz diguherin. Yukselê, wiha berdewam kir: “Hikumetê hebûna me, zimanê me, nasnameya me qedexe kirin. Her roj li ser nirxên me êriş dan meşandin. Îro ji êrişî gorên miriyên me dikin. Ev ji yek ji êrişên wan yên qirêj e. Qehremanên weke  Şêx Seîd ji hatin qetilkirin û nehêştin li ser vê axê werin veşartin ku bi hezaran cangorî bi heman rengî hatin qetilkirin. Şehîd ji me re nirxek gelek mezin e. Îqtidara ku hesasiyeta kurdan a di vê alî de dizane êrişan dide meşandin. Li hemberî wan nerazîbûnên me jî pêk hatin bê guman. Li hemberî êrişên goristanan ji malbatên şehîdan berxwedanek mezin didin. Rexmê gef, kuştin, talankirin û girtinan wan tucarî dev ji doza xwe bernedan.”
 
‘Hilweşandina goristanan sûc e’
 
Yuksel got ev êrişên li ser goristanan li gorî qanûnênên Tirkiyê ji suc tê qebûlkirin û wiha got: “Êrişa gorekê biçukketina hikumetê ye. Lewra ev nêzîkatî ne li gorî tu ol, netew û nîjada ne. Li her deverê cîhanê rêz ji miriyan re tê girtin. Lê ger ku tu kurd bî bimirî ji destên xwe ji bedena te nakişînin. Ger şer jî were kirin divê şerek bi şeref be. Li dijî wê ev nabe şer, divê  navek din li vê hovîtyê were kirin. Divê hemû kesên bi wijdan, komeleyên me yên sivîl û partiyên sîyasî li dijî van êrişan polîtîkayên xwe pêş bixin. Ji xwe malbatên me ji bo vê yekê amade ne. Divê em piştgiriyê bidin malbatên xwe.” 
 
‘Di pirsgirêkek biçuk de jî bila malbat xwe bigihînin MEBYA-DER’ê’
 
Yukselêd di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Di van demên dawî de me serdana hemû malbatên xwe kir. Em wekî komele çûn û HDP ji bi me re hat serdanan. Çavdêriyên me kirine bi rastî ji dil dişewitandin. Gelek malbat gef li wan hatine kirin.  Hikumetê gotiğe, ‘em ê zarokên we bidin girtin, we rehet nehêlin.  Ger hun bi xwe goristanan  xira nekin em ê xiraptir bikin’. Dema dayik van gotinan digotin çavên wan ji rondikan tijî dibû. Ger gefek wisa hat kirin em rica dikin ku malbat bi lezgînî bila  xwe bigihînin me. Gef yan ji êriş suc e û li gorî qanûnan ji mafê wan yê pêkanîna tiştek wisa tune ye. Di pirsgirêkên herî biçuk de jî bila bizanin ku ne bi tenê ne, xwe bighînin MEBYA-DER’ê.  Li gorî vê tişta ji destê me te em ê pêk bînin û em  ê bi hevre ji êrişan re bibin bersiv.”