Civaknas Evîn Hasanoglu: Tundiya li dijî jinê tê meşrûkirin

  • 09:01 18 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Civaknas Evîn Hasanoglu, derbarê pêvajoya vuruşa koronayê de axivî û anî ziman ku di vê pêvajoyê de tûndiya li ser jinê zêdetir bûye, dixwazin  vê tundiyê meşrû bikin û wiha berdewam kir: “Ev vîrus dê bandora neyînî li ser civakê bihêle. Lê divê em jin hêviyên xwe bigihînin hevdû û civake baştir ava bikin. Ji ber ku em jin bi hev re bi hêz in.” 
 
Vîrûsa koronayê(COVÎD-19) ku li hemû cîhanê belav bû gel mahkûmî malê kirin. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesên bi şewbê û miriyan roj bi roj zêdetir dibe û di çarçoveya tedbîran de jî banga li malê xwe bimîn tê kirin. Lê belê di vî demê de jinên li malê dimînin bi her  cureyê tundiyê re rûbirû dimînin û derbarê vî de jî tu tedbîrdîr nayên girtin. Derbarê pêvajoyê de civaknas Evîn Hasanoglu nirxandinan kir.
 
Evînê, anî ziman ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re bi gel re fikar û tirs zêde bûne û ev tişt got: Vê pêvajoyê herî zêde di warê fizîkî û derûnî de bandora neyînî li ser civakê kir. Ji ber ku di vê  pêvajoyê de gelek kesan dev ji kar berdan û cihên kar hatin girtin. Bi girtina cihên kar re kes neçar man ku di malên xwe de bimînin. Vê jî nandora neyînî li ser derûniya kesan kir. Kesên ku mahkûmî malê hatin kirin bi fikara ku ew ê çawa di warê aborî de debara xwe bikin jiyan û vê jî bêhtir bandor li ser derûniya wan kir. Yanî mirov dikare binêje ku ji her alî ve vê pêvajoyê bandora neyînî li ser civakê hişt.”
 
‘Pevajoyê herî zêde bandor li ser zarokan kir’
 
Evînê, bi lêv kir ku zarokan jî para xwe ji vê pêvajoyê girt û wiha berdewam kir : “Dibistan ji ber nexweşiyê hatin betalkirin û zarok man di hundirê malê de. Her wiha biryara zarokên ku temenê wan di bin 20 salî  dene divê ji malê dernekevin hat girtin û vê jî zarok di warê neyînî de bi bandor kirin. Bi hatina biharê re li gel ku divê zarokan li park û baxçeyan bilîsta di hûndir de hatin hiştin û vê jî derûniya zarokan xira kir. Ji ber vê jî di vir de gelek kar dikeve ser milên malbatan. Divê ji bo derûniya zarokên xwe çi başbe wê bikin û ligel wan bin.”
 
‘Tundiya li dijî jinê hat meşrûkirin’
 
Evînê, baln ti kişand ser rewşa jinên di vê pêvajoyê de li malê  man û tundiya li ser wan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pêvajoyê bandora neyînî li ser jinan kir û tundiya li ser wan hat zêdekirin. Jinên ku di vî pêvajoyê de neçarin malê bibînin, bi tundiya mêran re rûbirû man. Ji ber ku di vê pêvajoyê de mêr li malê betal man tundiya xwe ya li ser jinan zêde kirin. Jin ji aliyê mêran ve hem bi tundiya derûnî û hem jî bi ya fizîkî re rûbirû man. Mêran hem li jinê û hem jî li zarokan tundî kir.f tundiyê hem li ser jinê û hem jî li ser zarokan pêk tînin. Bi rewakirina tundiyê re li gorî sala borî tundiya li ser jinê duqat zêdetir bûye.”
 
‘Tûndiya li dijî jinê tê piştgûhkirin’
 
Evîn, behsa qanûna înfazê ku bi dengên AKP û MHP’ê li meclise hat erkêkirin ku piştî di 15’ê Nîsanê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê jî kir û ev tiştan anî ziman: “Di vî pêvajoyê de pergala baviksalar bi qanûnên ku derxistin tundiyê li ser jinê meşru kiririn. Ji ber ku bi qanûna hat erêkirin re mêrên tundî li jinê kirin û li dijî zarokan êrîşa zayendî pêk anîn hatin berdan. Kujer û êrîşkarên ku hatin berdan di vê pêvajoyê de gelek jin qetil kirin û wê ev tundî di dema pêş de zêdetir bibe. Bi pêvajoyê re jin terî qedera xwe hatin kirin û  ji bo ku tu alîkariyê nexwazin gelek astengî ji wan re ji aliye rayedaran ve hatin derxistin. Di vî pêvajoyê de divê hemû jin dest bidin heve û bibin denge jinên bi tundiyê re rûbirû tên. Ji ber ku tûndiya li dijî jinê tê piştgûhkirin.”
 
‘Ev şewb wê bandoreke mezin li ser civakê bike’
 
Evînê, di dawiya axaftina xwe de got bi daxûyaniyên hatin dayîn re jiyan êdî wek berê wê bidome, kar-xebatê destpê kir û kes dîsa derketine kolanan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi daxûyaniyên hatin dayîn wekî ku nexweşî qediyeye û kes dîsa berdan derve.Ev şewb hîn neqediyaye. Divê biqasî ku derfetên kesan hebin di malên xwe de bimînin. Ji ber ku rewş hîn jî xeter e û di demên dawîn de hejmara kesên nexweş zêdetir bûye. Bandora derûnî û aborî jî  dê gelek zêde bibe. Ji ber şewbê û aboriya  civkê ku bere lawaz bû bêhtir lawaz bû.  Ev wê di demên pêş de bandora xwe hem li ser derûniyê û hem jî li ser aboriyê bike.  Divî demê de jî em ligel jinan bûn. Em jin bi hev re bi hêzin. Em ê hêviyên xwe bigihînin hev û civakeke baştir ava bikin. Ji ber wê jî em li dijî hemû cûreyên tûndiyê tên. Çi ji destên me bê em ê bikin.”