ROJEVA 18’E GULANA 2020’AN

  • 09:00 18 Gulan 2020
  • Rojev
*Bi hatina demsala havînê re koçberên kampa Waşûkanî zehmetiyên germahiyê dijîn. Besîma Dawûd ji tunebûnê hebûnê diafirînê û dibêje: "Ji bo xwe û hemû koçberan termûzên bi paç çêdikim. Jin bi keda xwe ya bi salan jiyanê diafirîne." DÎMEN HEYE
 
*Civaknas Evîn Hasanoglu, derbarê pêvajoya vuruşa koronayê de axivî û anî ziman ku di vê pêvajoyê de tûndiya li ser jinê zêdetir bûye, dixwazin  vê tundiyê meşrû bikin û wiha berdewam kir: “Ev vîrus dê bandora neyînî li ser civakê bihêle. Lê divê em jin hêviyên xwe bigihînin hevdû û civake baştir ava bikin. Ji ber ku em jin bi hev re bi hêz in.” DÎMEN HEYE
 
*Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca diyar kir ku divê ew li hemberî hemû êrîşên li ser Kurdistanê bi yekitiya xwe bibin wek mertal û ev bang kir: “Dewlet dubare dixwazin bi Peymana Lozanê kurdan bi destê kurdan parçe bikin. Lê divê em vî tiştî qebûl nekin û  di salvegera Peymana  Lozanê de yekitiya xwe nîşanî dagirkeran bidin û ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almaz têkildarê êrişên li ser goristanên şehîdan tên kirin axivî û wiha got: “Êrişîşî goran dikin. Dixwazin bi vî rengî hest û hêviyên malbatan bişkînin. Bi salan e ev êriş cuda cuda tên kirin. Em ne biyaniyên van êrîşan e. Feraseta hikumetê di vir de eşkere ye. Dixwazin kurdan bi nirxên wan bidin şkandin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku wan di çarçoveya “Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira” de li Amedê piştgiriya deh hezar malbat kirine û anî ziman ku bi saya wê kampanyayê hem gel bi hev re bûne alîkar û hem jî di nav wan de torên  piştevaniyê hatine avakirin. DÎMEN HEYE
 
*Derbarê mijara zeviyan de, Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Zeyneb Eyo anî ziman ku divê cotkar li zeviyên xwe xwedî derkevin da ku şewatên mîna sala borî pêk neyê û wiha got:"Pêwîst e cotkar du xetan li derdora zeviyên xwe çêbikin, da ku eger agirekî xwezayî derket negihêje zeviyê wê/î. Divê ku cotkar nobeta keda xwe  bigirin û wê biparêzin. Pêwîst e komîn jî di saetên êvarî de karê nobedariya zeviyan baş bike da ku ji şewata ku derkeve haydar bin." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bi salan e li dijî windahiyên di bin çavan de têdikoşe û bi nasnameya xwe ya parastina mafên mirovan tê zanîn. Erenê diyar kir ku windakirin, ji Teşkîleyî Mahsusa heta îro, kevneşopiyeke dewletê ye. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Şardariya HDP’ê ya Qelqeliyê Sakîne Kutpinar, da zanîn ku di pêvajoyeke ku şîdeta li ser jinê û kuştinên biguman dihatin jiyîn de qeyûm hatine tayînkirin û vê jî pêşî li xebatên jinan digire. Sakîneyê got: “Em ê bibin dengê Cerenan. Ji bo Cerenek din nemire em ê piştevaniya jinan bidomînin.”
 
*Endama Egîtîm Senê Ozgur Çelîkkalelî diyar kir ku YKS piştî ku vîrus bi giştî qedya şûnde divê bê kirin û got: “Ji bo roja ezmûnê xwendekar pirsgirêkan nejîn û amadekar bin, me pirs pirsîn lê rayedaran hîna bersiv nedane. Tu mafê me tüne ye ku em ked û salên xwendekaran bidizin.” DÎMEN HEYE
 
*Polîsê berê Ercan Uysaler yê di dema qeyûm de di Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de di KENT A.Ş de wek midûr dixebitî, fuhuş li xebatkarek jin ferz kiribû. Tevî li Ercan Uysaler 11 sal û 3 meh ceza hat birîn jî hîna nehatiye girtin.
 
*Karkerên demsalî yên ji bo bij dikevinîn dikevin riyan, tevî şert û mercên vîrusê dixebitin û têkoşîna jiyanê didin. Hanim Ateş diyar kir ku yekane daxwaza wan ev e ku beramberê keda xwe bigirin û di ewlehiyê de bin û got: “Gelo wê heta ku derê wisa bimeşe.” DÎMEN HEYE