Li Cizîrê jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 16:28 17 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê jina bi navê Canê Nergîz ji aliyê mêrê bi navê Yunus Nergîz ve hat kuştin.
 
Li taxa Konak a navçeya Cizîr a Şirnexê dûh êvarê saet di 12:00’an de jina bi navê Canê Nergîz (25) a ku dayika 3 zarokan e, ji aliyê tî yê xwe Yunus Nergîz ve bi çeka nêçîrê ve hat kuştin. Canê ya ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiya ku hat kirin, cenazeyê Canê li Goristana Asrî ya Cizîrê hat definkirin.  
 
Hat zanîn ku bersûc  Yunus Nergîz  û gûmanbar Nezîr Nergîz ji alihê polîsan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Li gor îdîayan bersûc Yunus Nergîz, dema çeka xwe paqij kiriye di destê wî de teqiyaye.