Leyla Guven: Li Kurdistanê kesên bi Vîrusa Koronayê ketine zêde bûne

  • 16:26 17 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bang li gel kir ku hîn talûkeya Vîrusa Koronayê berdewam dike û xwest di cejnê de neçin serdana hev û li şûna wê bi dîmen û telefonan cejna hev pîroz bikin. Leyla xwest her kes bi xwe tevdîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li ser medyaya civakî bang li gel kir ku hêj xetereya korona vîrûsê berdewam dike û da zanîn ku dewleta tirk ji bo Kurdistanê tu tevdîran nagire her wiha li Kurdistanê her ku diçe hejmara weqayên zêde dibe. Leyla Guven anî ziman ku divê hemû kes tevdîrên xwe bigirin û hev hişyar bikin. Leyla di peyamê de anî ziman ku li pêş wan cejn heye û xwest di vê cejnê de baldar û hişyar bin û wiha got: "Gelê me yê hêja, hêj xetereya virûsê didome. Me 2 meh li pey xwe hişt. Di nava van 2 mehan de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Niha jî em pê hisiyan ku li Kurdistanê vaqa pir bûne. Li Şirnexê testa li dora 80 kesî pozîtif derketiye. Li Amedê piştî mirovên me çûn mewlûdekê bi 37 kesan re vîrûs derket. Li Kurdistanê her roj belav dibe. Hûn jî dizanin ku dewlet ji bo Kurdistanê tu tevdîran nagire."
 
'Êdî dilê me mirinê ranake'
 
Leyla diyar kir ku divê kurd  tevdîrên xwe bigirin û li hev xwedî derkevin û wiha axivî: "Ji kerema xwe  em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dorên xwe xwedî derkevin û hev hişyar bikin. Hem ji bo kampanya Malbatên Xwişk û Bira em li hev xwedî derkevin. Hem jî ji bo şewb li gelê me belav nebe em hev hişyar bikin û baldar bikin. Niha cejna Remezanê li pêş me ye. Di arîfeya cejnê de her mirov dê bixwaze biçin cem derdor û serlêdana cîranên xwe bikin. Lê em dibêjin di vê cejna remezanê de em neçin serdanên hevdu. Bi telefonan pirsa hev bikin û cejna hev pîroz bikin. Ji malên xwe dernekevin. Ger ku ji îro û şûnde dîsa vîrûs li Kurdistanê belav bibe em ê gelek însanên xwe winda bikin. Êdî dilê me mirinê ranake. Em bi xwe tevdîrên xwe bigirin."