Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna Hevşaredarên Îdirê dan
- 15:23 17 Gulan 2020
- Rojane
ÎDIR - Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna derbarê Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin û hatin binçavkirin hat vekirin de dan.
Wezareta Karê Hûndir, di 15’ê Gulanê de qeyûm tayînî cihê Hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş kir û derbarê wan de biryara binçavkirinê da bû. Hevşaredar ji peywirê hatibûn girtin û polîsan bi ser malên wan de girtibûn û binçav kiribûn. Derbarê lêpirsîna li hevşaredaran hat vekirin de, biryara veşartinê hat dayîn.
Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan a Îdirê tên girtin. Li bendêye ku sibe îfadeya hevşaredaran bê girtin.
Ji bo lêpirsîna hevşaredarên Sêrtê, navçeyên Misirc û Hawêlê yên heman rojê qeyûm tayînê cihê wan hat kirin û hat binçavkirin jî, biyara veşartinê hatibû dayîn.