Li Mexmûrê derbarê tayinkirina qeyûman de daxuyanî hat dayin

  • 11:32 17 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke nivîskî tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat dayîn. Beriya daxuyanî were xwendin, ji bo tevahî têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat  girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Şaredariyê Rojbîn Benek daxuyanî  xwend.
 
Daxuyaniya hat dayîn wiha ye: “Di sedsala 21'emîn de û di pêvajoyên her desthilatekî de û bi taybetî jî di desthiladariya dewleta tirk de, projeyên dijminane ji bo gelê kurd hatine  pêşxistin. Îtifaqa faşîzan ya AKP-MHP’ê di bingeha xwe de li ser dijminahîya nirx û destkeftiyên kurdan hatiye avakirin. Ji bo têkbirina her destkeftiyekî  yê kurdan, ji bo tunekirina her kurdekî azad,  yan jî azadîxwaz tevahî sînorên zagonî, mirovî, exlaqî û wijdanî nas nake û bi hovane êriş dike.
 
Herî dawî êrîşa tirsonek û hovane yên ku li ser şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê hatin kirin nayê qebûlkirin. Vîna gelê kurd carek din ji nedîtî ve hat dîtin. Hevşaredar û siyasetmedarên hilbijartî û yên gel bûn hatin binçavkirin, balkêş e ku di demeke herî zêde ev desthilatdariya faşîst behsa qaşo li beramber darbekaran sekinîne dike. Xwe bi xwe li hemberî vîna gelê kurd darbeyan pêk tînin. Qeyûm û girtina hevşaredaran darbeyeke siyasî ye û li dijî zagon û exlaqê civakê ne. 
 
Di demeke ku hemû mirovahî di nava hişmendiyeke hevbeş de li beramberî nexweşîya covid-19  tekoşîn dide, faşîzma AKP-MHP pilangeriyên xwe yên dijminane li ser gelê kurd berdewam dike . Li beramberî vê bêdengîya navneteweyî  jî divê em yekîtiyê esas bigirin. Dem ew dem e ku her kes li beramberî van polîtîkayên kirêt û bê bextane yên li ser vîna xwe, dengê xwe bilind bike û helwesta xwe nîşan bikin . Em weke Şaredariya Wargeha Ş.Rustem Cudî  van êrîşên bê bextane  şermezar dikin û em dibêjin wê tu car bi êrîş û polîtîkayên xwe wê li dijî vîna gelê kurd ser nekevin. Bimre qeyûmên diz, bijî îradeya gelê kurd."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bû.