'Têkoşîna me hebûna me ye û hebûna me yekîtiya kurdî ye'

  • 09:04 17 Gulan 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên gundê Aşima Firatê bertek nîşanî êrîşên li hemberî Herêma Federel a Kurdistanê dan û gotin: "Têkoşîna me ya li hember êrîşkaran tê wateya hebûnê, hebûna me yekîtiya kurda ye. Divê em welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin."
 
Dewleta tirk planên xwe ya li ser axa Kurdistanê her tim zîndî dihêle. Bi êrîşên xwe vîna gelan qir dike û wan koçber dike. Di xwazin demografiya herêmê li gorî xwe biguherînin û desthilatdariya xwe li ser herêmê ferz bikin. Niha jî êrîşê Başûrê Kurdistanê dike û dixwaze desthilatdariya xwe li ser vê herêmê mayinde bike. Têkildarî mijarê jinên gundê Aşima Firatê yê Rojavayê Kobanê helwest û nêrînên xwe ya derbarê êrîş û kiryarên li ser Başurê Kurdistanê anîn ziman.
 
‘Pêwista kurd destê xwe bidin hev’
 
Xezne Cemal Hebeş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi destê hin aliyan dixwazin kurdan ji hev parçe bikin û got: "Ji bo parçekirinê jî êrîş dikin. Bi salane dewleta tirk dijminatiya Gelê Kurd dike û êrîşê Kurdan dike. Armanca wan tunekirina Gelê Kurd e. Peyama min ji bo malbata Barazanî ev ê ku ji bo yekîtiya kurdî xebat bikin." 
 
'Gel neçar dimîne ku koçber bibe' 
 
Emûş Osman jî diyar kir ku di vê demê de hevgirtina Gelê Kurd pêwiste û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Her ku diçe êrîşên dewleta tirk ser herêmên Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe, herî dawî jî êrîşî herêma Zînî Wertê kirin û di encama wê de gelê herêmê neçarî koçberiyê kir. Dewleta tirk êrîşî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê jî dike, di encama van şeran de bi hezaran kes neçarî koçberiyê dibin û ji malên xwe bi destê çeteyên DAIŞ´ê tên derxistin. Dewleta tirk dixwaze herêma Zînî Wertê weke Efrînê dagir bike û demografiya wê bide guhertin."
 
'Dê têkoşîna me bi ser keve’
 
Jina bi navê Wehîde Îsmayil Derwêş jî da zanîn ku bi salane têkoşîn tê dayîn û wiha axivî: "Em êrîşên ser Herêma Zînî Wertê şermezar dikin û piştgiriyê didin gelê xwe li Başûrê Kurdistanê. Bila dewleta tirk bizanibe ku wê gelê Başûrê Kurdistanê tu carî nehêlin axa wan bikeve bin desthilatdariya neviyên Osmaniyan de. Wê têkoşîn û berxwedaniya gelê Başurê Kurdistanê li hemberî dewleta tirk biser bikeve. Di vê demê de pêwiste Gelê Kurd bi yek helwestê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin û êrîşên wî yên hovane red bikin. Her wiha divê em yekîtiya netewî avabikin û herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk dane rizgar bikin. Têkoşîna me hebûna me ye û hebûna me yekîtiya kurdî ye."