Li Îdirê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin

  • 16:52 16 Gulan 2020
  • Rojane
ÎDIR - Tayînkirina qayûman li Îdirê ji hêla Rêxistina HDP’ê ve hat şermezarkirin.
 
Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêl û Vartînisê kir, bertek û nerazibûna li hemberî qeyûman jî dest pê kirin. Li Îdirê Rêxistina HDP'ê li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Mahmut Togrul, Şevin Çoşkun, Muazez Orhan Işık, Tayyip Temel û Habip Eksik û gelek rêveberên HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Koma ku li pêş avahiya HDP'ê hatin cem hev, xwestin heta Şaredariya Îdirê bimeşin. Lê polîsan li ser Kolana Cumhuriyetê rê li pêş komê girt û destûr nedan bimeşin. Li vir Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, bertek nîşan da û got: "Di hilbijartinê de hemû partî li hemberî me bûn yek. Lê nekarîbûn şaredariyê bi hilbijartinê bistînin. Lê niha bi darbeyê dest datîne ser şaredariyê. Me şaredariya gel, jin, ciwan û pir zimanî ava kir. Lê qeyûm ji bo talankirin û wêrankirinê hat tayînkirin." 
 
Komê jî li vir dirûşmeya “Qeyûm darbe ye" berz kir û dîsa heta avahiya HDP'ê ya Îdirê meşiyan.